DIYARBEKÎR
(HAWAR NET) -- Bi vê amûrê dibe ku teknolojiya
3D bi temamî bikeve jiyana mirovan..
3 şîrketa elmanî hatin cem hev û amûreke xwedî
teknolojiya bilind afirandin. Gesture Cube 3D
xwedî sê rû ye. Dikare herketên bedena me
pêhese. Xwedî ekranên têgihêştina otomotîk e.
Mirov nikare bêje destdanmatîk e ji ber ku beyî
ku hûn dest bidin ser ekranê hereketên destên we
fam dike.
Bi saya vê kupê tv tê temaşe kirin, malper têne
vekirin, muzîk dikare bê guhdarî kirin, dosyeyên
di kompîter û di telefonên we de dikare bê
nîşandan.
Derbarê amûrê de zêdetir agahî nîne.
(HAWAR NET.com
/ Beşa zanist û teknolojiyê)