|
|
reklam
I |
|
Malperek: Dilê
bernamesazîya Kurd di PcKurd.com de hildide
15 Kewçêr (Cotmeh),
2009 Weşandin:1121 ( GDK),
hawarnet.com

|
|
girêdanên
sponsor
|
newspaperturkiyelebçe, amed, paytext, diyarbekîr, halabja, şano, diyarbakir,
welat, azadiya welat
|

Nûçeyên din ji beşa
Zanist

|
|
 
(HAWAR
NET)
-- Malpera Koma PCKurd di adara 2005'an de
ji hêla komek ciwanên kurd ve ji bo ku kar û
barên der barê komputergeriyê de bi rêk û pêk
bên meşandin, di encama civîneke li ser
înternetê de hate damezirandin.
Koma PCKurd di serî de wergerandin û pêşdebirina
Bernameyên Çavkaniya Azad ji xwe re kiriye
armanc. Ji bo vê jî, wekî karê sereke,
wergerandina Ubuntuyê derxistiye pêş.
Wergerandina Ubuntuyê ji bo kurdî di sala
2005'an de dest pê kir û di 2006'an de bi
guhertoya Ubuntu 6.06 zimanê kurdî (kurmancî)
kete lîsteya fermî. Ji wê rojê ve hemû
guhertoyên Ubuntuyê (salê du guherto derdikevin)
li kurdî hatin wergerandin û kurdî di lîsteya
fermî de cî girt. Digel sermaseya GNOME,
sermaseyên wekî KDE û Xfce jî ji hêla Koma
PCKurd ve li kurdî tên wergerandin.
Piştî Ubuntuyê projeya herî berfireh
openOffice.org (Ooo, bernameya ofîsê) ye. Ooo ku
wekî bernameya ofîsê ya Linuxê tê zanîn, di
Windowsê de jî dixebite. Ji ber taybetmendiyên
Ooo'yê Ooo ji hêla gelek bikarhênerên MS
Windowsê ve jî tê bikaranîn.
Wekî projeyeke din, Mozilla Firefox geroka webê
jî ji hêla Koma PCKurd ve li kurdî hate
wergerandin. Mozilla Firefox ku bernameya geroka
webê ya Linuxê ye, ji ber ku ewle ye, lezgîn e û
pêşketî ye di MS Windowsê de textê Internet
Explorerê dihejîne.
Koma PCKurd, bi panel û bi sedan CD'yên belaş ên
ji bo sazkirina pergalê û ji bo sazkirina
bernameyên bi kurdî yên ji bo Windowsê, pergal û
bernameyên wergerandine kurdî, dide nasandin.
Koma PCKurd, digel van projeyên qirase, ku li
gelek welatan ji hêla dewletan ve tên destekirin
û meşandin, gelek bernameyên din jî werdigerîne
kurdî.
Çend bernameyên din ev in:
SongBird
SMPlayer
7Zip
Pidgin Messenger
aMSNMessenger
Joomla 1.0.x
Joomla 1.5.x
vBulletin
SMF (Simple machine Forum)
TuxPaint
TuxMath
FileZilla
Malperên Komê
http://www.pckurd.net
http://www.ubuntu-ku.org
http://wiki.ubuntu-ku.org
http://ku.openoffice.org
http://www.mozilla.com/ku
© HAWAR NET 2009
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
|