|
Li Kurdistanê giyanewerekê nû hate dîtin
20
Hezîran, 2008 weþandin:02:43:12 (GDK)
Serokê
tîmekê ser bi kompanya lêgeriyan û aþkira kirina Petrolê li
Kurdistanê di demê karê xwe da giyanewerekê mezin û entîke bo
cara yekê li Herêma Kurdistanê li devera bi cêlê nêzîkî qeza
Akrê dît, ev giyanewere ji curê xiþoke û heta nuke ne hatiye
tomarkirin li Êraqê li dur babetî Doktor Îzet Yusif Serokê piþka
giyanewera li kolêja zanistî ya zankoya Dihok ragihand kêþa vî
giyanewerî kêþeka ne asayiye û dirêjahiya wî digihîte 4 metra û
serê wî 50 cm.
Dîsan got em neþên çi navên zanistî danîne ser vî giyanewerê
xiþok û divêt zanayên taybetmend divê biyavî da vê biryarê biden
û daxwaz kir piþtî bi vî babetî bihête kirin u vekolîn li dur
çewaniya hebuna giyanewerekê xiþok li Herêma Kurdistanê û
kawdanên siruþtî yên jîngeha wî û giringî pêdan bi damezrandina
tîmeka taybet ya ser bi sîstemê jîngeha vî giyanewerî divêt
dezgehên zêrevanî û dûvdaçûnê bo wergirtinê û bidest ve înana
pêzanîna zanistî yên girêdayî bi jiyan û reftarên vî giyanewerê
xiþok ve li ber dest bin.
Daxwaz ji layenên peywendîdar bi jîngeha Êraqê û Kurdistanê ve
ji bo parastina giyanewerên kêm wêne ewên di navbera her demekî
bo demekê peyda dibin eger bi bizaveka fermî û karîger nebît
çêdibît rolê dezgehên jîngehê sernegirin û dibê mifa bin.
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Teknolojî-Zanist

|