|
Şaredariyên di destê Kurdan de ji bo zimanê Kurdî berpirsyariyên xwe naynin
cîh!
TAYBET
08 Sibat (Reşemî),
2009 Weşandin:1243 (GDK),
hawarnet.com


DIYARBEKÎR, bakûrê Kurdistanê -- Li bakûrê Kurdistanê 100 şaredarî di destê
Kurdan de ye. Lê mixabin wan şaredariyan delfetên di destên xwe de baş
bikarnayînin.
© HAWAR NET
2010
Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de
bi dest nîşana
(HAWAR NET.com)
hatiye dayin aîdî
HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn.
Li bakûrê
Kurdistanê daxwaza sereke ya Kurdan perwerdeya bi zimanê Kurdî ye.
Dewleta Tirk bi
her avayî dijî vê daxwazê ye û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bo Kurdan
nayê nasîn. Li bakûrê Kurdistanê asîmîlasyon gihêştiye asteke pir xeter û
bikaranîna zimanê Kurdî bi taybetî bajarên wek Amed, Riha û çend bajarên
mezin ên Kurdan de gellek qels e.
Li aliyekî
asîmîlasyona giran a dewleta Tirk bi riya perwerdeya Tirkî û televizyonên
Tirkî êdî rewş wisa bûye ku Kurd xwe bixwe jî asîmîle dikin. Malbat bi
zimanê Kurdî naaxifin, zarokên xwe hînî Kurdî nakin. Ciwanên Kurd ku têde
beşeke mezin ku xwe wek welatparêz nîşan didin jî zimanê Kurdî bikarnaynin.
 
Divê bikaranîna
Kurdî ser qûtiyên çopê a şaredariyên Colermeg û Şemzînanê bo hemû
şaredariyên Kurd bibe mînak
Rewşeke wisa
derketiye holê ku êdî bi qasê dewleta Tirk, Kurd jî di mijara zimanê Kurd de
sûcdar rin û di pêkhatina asîmîlayonê de berpirsyarin. Perçeyeke vî rewşa
xirab jî şaredariyên di destê Kurdan de ne pêk tînin. Niha li bakûrê
Kurdistanê 100 şaredarî di destê Kurdan de ye. Lê mixabin wan
şaredariyan delfetên di destên xwe de baş bikarnayinin.
Şaredariyên Kurd
ku bi avayekî mafdar gilî û gazincên xwe ji dewleta Tirk tînin di heman demê
de jî alîkariya asîmîlasyonê dikin. Ji xeynî çend xebatên biçûk ên çend
şaredariyan wekî şaredariya Amedê ji bo zimanê Kurdî xebatên berbiçav nayê
kirin. Divê di vî mijarê de şaredariya Amedê were pîroz kirin. Her çiqa kêm
be jî di nav şaredariyên Kurd de şaredariya Amedê û çend şaredariyên
wek şaredariya Şemzinanê ji bo zimanê Kurdî hewlên baş didin.
Şaredariyên Kurdan ên bakûrê Kurdistanê divê çi bikin?;
- Hemû
şaredariyên Kurd a di destê BDP de ne, dikarin hemû afîş û îlan û
bang û pîrozbahî û reklamên xwe yên navxwe li gel zimanê Tirkî bi zimanê
Kurdî jî bikin. Li pêşiya vî tiştî niha astengiya qanûnî tune ye. Tê dîtin
ku şaredariya Amed û çend şaredariyên hin caran afîşên xwe bi Kurdî jî amade
dikin lê ne hemû...
- Hemû
şaredariyên Kurd, dikarin ser otobus û qamyon û wesayitên xebatê û
qûtiyên çopan û kertên otobusan û ser lewha û tabelayên xwe de li gel
zimanê Tirkî, zimanê Kurdî bikarbînin.
- - Hemû
şaredariyên Kurd divê her xebatên xwe de li gel zimanê Tirkî zimanê
Kurdî jî bikarbînin. Wek mînak şaredariya mezin Amedê pirtikên nasandinê ku
ji bo 'Mala Rojê' amade kiriye tenê bi zimanê Tirkî û Engîlîzî ye. Her wiha
pirtûka nasandina bakûrê Kurdistanê jî bi Tirkî û Engîlîzî bû. Di gellek
xebatên bi vî rengî de zimanê Kurdî ji aliyê şaredariyên Kurd ve tune tê
hesibandin.
- Hemû
şaredariyên Kurd, dikarin zebita jî tev de ji bo hemû xebatkarên xwe
qûrsa zimanê Kurdî bidin û xebatên navxwe jî bi zimanê Kurdî bikin.
- Xebatkarên hemû
şaredariyên Kurd divê bi gel re bi zimanê Kurdî biaxifin.
- Hemû
şaredariyên Kurd divê di malperên şaredariyên xwe de beşa zimanê
Kurdî vekin.
- Hemû
şaredariyên Kurd divê di bultenên xwe de li gel Tirkî herî kêm %50 jî
zimanê Kurdî bikarbînin.
- Hemû
şaredariyên Kurd divê ji bo gel qûrsên zimanê Kurdî vekin û avayekî
daîmî vê xebatê bikin.
- Her çiqas
dewleta Tirk astengiyan derdixe jî divê hemû şaredariyên Kurd navên kûçe
û kolanan wergerînin Kurdî. Divê ji dozan neye tirsîn elbet dewleta Tirk
paşve gav bavêje. Bê gûman maf naye dayin, maf tê girtin.
- Hemû
şaredariyên Kurd divê beşeke budceyên xwe ji bo zimanê Kurdî bikarbînin û
piştgirî bidin xebatên ( pirtûk, lêkolîn, sînema û hwd.) bi zimanê
Kurdî.
- Divê
şaredariyên Kurd dev ji qûrsên xwendin û nivîsandinê ên bi zimanê Tirkî
berdin.
Bêguman zêdetir
xal dikare bê rêz kirin. Lê ji bo dema niha xalên li jor jî bêne pêkanîn wê
têrî bike.
(HAWAR NET.com)
©
HAWAR NT 2010
Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de
bi dest nîşana
(HAWAR NET.com)
hatiye dayin aîdî
HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn
© HAWAR NET
2010
Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de
bi dest nîşana
(HAWAR NET.com)
hatiye dayin aîdî
HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn.
|