|
|
piştgirî

girêdan
|
Celal Talabanî serweta xwe eşkere kir
08 Sibat (Reşemî),
2009 Weşandin:1745 (GDK),
hawarnet.com


SILÊMANÎ,
başûrê Kurdistanê -- Piştî ku Dezgeha Nezaheyê ya YNK’ê forma taybet bi
aşkerekirina serwet û samanê berpirsan bi ser sekreter û endamên polîtburoya
YNK’ê de dabeş kir, sekreterê giştî yê YNK’ê Celal Talebanî forma zanyariyên
li ser serwet û samanê xwe teslîmî Dezgehê Nezaheyê kir.
© HAWAR NET
2010
Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de
bi dest nîşana
(HAWAR NET.com)
hatiye dayin aîdî
HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn.
XDi vê mijarê de
serokê Dezgeha Nezaheyê Faruq Cemîl di daxuyaniyekê de ji PUKmedia’yê re
got: “Heval mam Celal gelek bi zelalî û aşkereyî li ser serwet û samanê xwe
di formê de zanyarî dagirtine.”
Cemîl her wiha got: “Mam Celal di dagirtina formê de mûçe (maaş), mesref û
dahata xwe ya şexsî aşkere kiriye. Tevî ku sekreterê giştî yê YNK’ê ye û li
Bexdayê jî mijûlî kar û erkên xwe ye, lê di demeke gellek nêz de bersiva
Dezgeha Nezaheyê da û ev yek jî cihê spasiyê ye ku giringiyeke wiha dide
dezgehê.”
Di heqê kesên din yên ku formên xwe dagirtine serokê Dezgeha Nezaheyê got:
“Piştî heval mam Celal, endamê serkirdayetiyê Şalaw Elî Eskerî jî serwet û
samanê xwe ji dezgehê re aşkere kir.”
Her wiha tê çaverêkirin ku di demeke kurt de endamên polîtburoyê formên xwe
teslîm bikin. Her wiha hat diyarkirin ku piştî sekreterê giştî, endamên
polîtburo û serkirdayetiyê, dê formên aşkerekirina serwet û samanê, bi ser
tevaya endam û rayedarên din yên YNK’ê de jî bê dabeşkirin..
(Pukmedia)
©
HAWAR NT 2010
Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de
bi dest nîşana
(HAWAR NET.com)
hatiye dayin aîdî
HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn
© HAWAR NET
2010
Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de
bi dest nîşana
(HAWAR NET.com)
hatiye dayin aîdî
HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn.
|
|
girêdanên
sponsor
|
newspaperturkiyelebçe, amed, paytext, diyarbekîr, halabja, şano, diyarbakir,
welat, azadiya welat
|

Nûçeyên din ji beşa
Kurdistan

|