|
|
piştgirî

girêdan
|
Bawermend li Mêrdînê civiyan
08 Sibat (Reşemî),
2009 Weşandin:1243 (GDK),
hawarnet.com


MÊRDÎN,
bakûrê Kurdistanê -- Di 1’emîn Komcivîna Baweriyên li Mezopotamyayê ku KCD
mazûvaniya wê dike di nav de nûnerên saziyên elewî, misilman, suryanî,
êzidî, ermenî, xrîstiyan jî pêk hat. Di civînê de hate destnîşankirin ku ev
civîn ji bo hevfêmkirinê gelekî girîng e.
© HAWAR NET
2010
Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de
bi dest nîşana
(HAWAR NET.com)
hatiye dayin aîdî
HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn.
Nûnerên baweriyê
ku di 1'emîn Koma Xebatê ya Baweriyan a Mezopotamyayê de hatin cem hev,
xwestin dewlet ji qadên baweriyê bi temamî derkeve. Nûneran, diyar kirin ku
ger gavên wekhevî yên koma xebatan, bi destê rêxistinên sivîl bên kirin, dê
zêdetir demokratîk be û dê riyên nû veke. Nûneran, destnişan kir ku yekem
car e li dijî desthiladariya siyasî bi tevlîbûna nûnerên rêxistinên sivîl û
nûnerên baweriyan xebatekî wisa tê kirin ev yek gelek girînge.
Danezana Yekemîn a Koma Xebatê ya Baweriyên Mezopotamyayê hate aşkerakirin
Kongreya Civak
Demokratîk (KCD), Yekemîn Koma Xebatê ya Baweriyên Mezopotamyayê li dar xist
û îro danezana Koma Xebatê hate aşkerakirin. Di danezanê de hate xwestin ku
navê Zanîngeha Artukluyê wekî Zanîngeha Mezopotamyayê bê guherandin,
Komîsyona
Baweriyan a di bin banê KCD’ê de hate sazikirin, 1’emîn Komcivîna Baweriyan
a Mezopotamya li dar xist. Komcivînê, bi beşdariya nûnerên elewî, êzidî,
suryanî, ermenî, sunî, xrîstiyanan, akademîsyen, ronakbîr, nivîskar û
nûnerên saziyên sivîl dest pê kir. Komcivîna baweriyan dê îro jî dom bike.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), 1’emîn Komcivîna Baweriyên li Malên Edoba
ya Merdînê da destpêkirin. Di komcivîna ku dê du rojan bidome de navên
beşdaran wiha ne: Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Parlamenterê BDP’ê yê
Dêrsimê Şerafettîn Halîs, Parlamentera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel û
endamên MYK’ê, Hevseroka KCD’ê Yuksel Genç, ji Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê
Seydî Firat, ji Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Omer Guneş, Şaredarê
Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, ÎHD, KADÎP, EMARJÎ, Komeleya Mehelmî,
li ser navê rêxistinên elewiyan AKD Haci Bektaş, Weqfa Çanda Anatolyayê ya,
Pîr Sultan, ABF, Hubyar, nûnerên rêxistinên elewiyan Kazim Genç û Kemal
Bulbul, neviyê Şêx Saîd, Şêx Seydullah Denîz, yextiyarên elewî, ji aliyên
ola sunî Nubîhar, Zehra, Med Zehra, Mizgîn-Der, MAZLUMDER, DÎVES,
Şarkiyat-Der, Koma Aştiya Dîcle-Firat, Dîay-Der, alimên sunî yên oldar Şêx
Seyrî, Şeyh Şafî, Şeyh Celal, Celal Yogler, Kerem Soylu, Yusuf Hoca. Li ser
navên rêxistinên êzidiyan ên Şengal û Laleşê, Feleknas Uca, Mîr Tahsîn, Bro
Gormez. Li ser navê baweriya xrîstiyanan Dêra Protestan, Dêra Suryanî, Dêra
Ermeniyan, Patrîka Fener Rum, Yusuf Sag, Deyrul Zaferan, Deyrul Umur,
Fîlozof Îskender, Rojnameya Agos, nivîskar- akademîsyen Niyazî Oktem, Faîk
Bulut, Kadrî Yildirim, Ubeydullah Hoca, Reşît Irgat, Fadil Bedîrhanoglu,
Şerefhan Cîzîrî, Yakup Gabrîel, Kezban Hatemî, Nacî Kutlay, Ayhan Bîlgen,
Ahmet Înan, Altan Tan, Dervîş Keskîn, Prof. Dr. Bîlal Sambur, Kemal Bulbul,
Hamza Aksut, Erdogan Aydin, Akîf Hoca, Muhammed Nur Denek, Reşît Irgat û
Ewroa u Hayat Nasturî.” Hate zanîn ku nûnerên êzidiyan ku dê ji Laleşê bên,
ji ber pirsgirêka pasaportê dê sibê beşdar bibin.
‘PEVÇÛNAN NAXWAZIN’
Ji bangvanên Komcivîna baweriyan Nurettîn Sonmez ku axaftina vekirinê kir,
bal kişand ser beşdariya komcivînê û ji ber beşdariya beşdaran spasiyên xwe
kir. Sonmez, pêvçûnên heyî û rewşa şerê heyî ya li cîhanê bi bîr xist û da
zanîn ku tenê di sala 2009’an de trilyonek, 800 mîlyar dolar ji bo çekan
hatiye veqetandin û balkişand ser ku bi van pereyan mirov tên kuştin.
Sonmez, destnîşan kir ku di bihara 2010’an de xaka Mezopotamyayê dîsa dê
bibe dika gelekî pevçûn û êşan û destnîşan kir ku şer naxwazin. Sumez, anî
ziman ku tevahî xwediyên baweriyan dixwazin li cem hev bijîn û wiha got:
“Endamên baweriyên elewî, êzidî, suryanî, ermenî, sunî, xirîstiyananan di
dîrokê de timî rastî pêkutî û êrîşên desthilatdar û serdestan hatine. Ev
civîn ji bo hevfamkirinê gelek girîng e.”
Piştî axaftina vekirinê, mijara, “Baweriyên li Mezopotamya û Anatolyayê
dijîn, paşeroja çandên wan û bandora wan a li ser roja me ya îroyîn” dest pê
kir. Li ser vê mijarê ku Sekreterê Giştî yê Navenda Çanada Pîr Sultan Abdal
Kemal Bulbul moderoteriya wê kir, Nivîskar Nacî Kutlay û Nivîskar Hamza
Aksuk teblîxên xwe pêşkêşkirin.”
Baydemîr: Ermeniyan bi xwe re aştî û bereket jî bir
Hevseroka KCD’ê Yuksel Genç di 1’emîn Komcivîna Bawermendên Mezopotamyayê de
axivî û diyar kir ku pevçûnên di civakê de pêk hatî sedama wan ya herî
girîng cudahiya oldariyan nişan dane. Şaredarê Bajarê Mezîn ê Amedê Osman
Baydemîr jî, ji hemû kesên nasnameyên nijadê yên ser vê erdniyarê jiyane
lêborîn xwest û anî ziman ku ermenên hatine koçberkirin bi xwe re aştî û
bereket jî biriye.
Hevseroka KCD’ê Yuksel Genç di Komcivîna Bawermendên Mezopotamyayê ya li
Malên Edobayê ya Mêrdînê didome de di beşa “Bandora îro ya ol û çandên li
Mezopotamyayê û Anadoluyê jiyane” de axivî û bal kişan ser girîngiya
diyaloga di navbera olan. Genç, destnişan kir ku hewceye ku êdî ol û çand
gefên li hemberî hev neyên dîtin. Genç, bi lêv kir ku çareseriya hemû
pirsgirêkan bi riya diyaloyê pêk tê û wiha got: “Ev yek cevhera ol, aştî,
yekîtî, heskirin û ronahiyê ye. Divê hemû ol û çand bi rengê xwe, xwe bidin
jiyandin. Em bawer dikin ku hemû ol di nava yekîtiyê de biser kevin. Divê
cuhî xirîstiyanan, xıristiyan muslumanan, musluman jî êdîzîyan biparêzin û
hev pêş bixin. Genç, bi lêv kir ku Hevserokê wan Hatîp Dîcle, li ber di
girtîgehê deye beşdarî komcivînê nebûye û da zanîn ku Dîcle, derbarê
komcivînê de peyamek şandiye.
BINGEHA PÊKVEJIYANÊ
Metropolîta Mêrdîn û Amedê Salîba Ozmen, bi lêv kir ku B.Z. meşgalên
suryaniyan ku ji bo xirîstiyaniyê hatin qebûlkirin û her dem li ser bawerî û
çandê zedê bûne û got ku divê cûdahiya dêrê û mizgeftê bêdîtin. Ozmen, li
herêmê suryanî, erep, kurd, çerkez û bi gelên din re dijîn. Ozmen, anî ziman
ku heta cîhan hebe dê şer jî hebin, a girîng ew e ji şerê li herêmê hatine
jiyîn ders bên derxistin û wiha dom kir: “Em di dema piranî, pir zimanî
dene. Ji bo çand li cem hev bijîn çi ji destên me bên em dê bikin.”
BEREKET BI XWE BIRIN
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amadê Osman Baydemîr jî diyar kir ku hatina cem hev
ya li Mêrdînê gelek girîng û bi wate ye û wiha got: “Niqaşên Qudûs ji Mêrdîn
bandor girtiye an Mêrdîn ji Qudûsê bandor girtiye li aliyekî, ger ku îro em
hemû çand û ol li vir gihiştibin hev wê demê Mêrdîn bandor li Qudûsê kiriye.
Divê em hemû dewlemendiyên xwe qebûl bikin. Ev peyvira dewletê ya bingehîn
e. Divê lihemberî her kesî nêzîkatiyek wekhev bê nîşandan. Divê di navbera
olan de jî edaletek hebe. Divê ji bo jiyandina olên cuda em bêtir dereng
nemînin. Gelek mirov neçar man ji vê axê koçber bibin. Îro li Amedê hêjmara
ermeniyan ji sedî 1 e. Di demê berê de ji sedî 40 bûn. Her koçberiyek
windahiyek e. Ji yên koçber dikin bêtir yên li şûna wara dimînin winda
dikin. Ermeniyan winda nekir. Me winda kir, ermeniyan hemû dewlemendiyên xwe
bi xwere birin. Divê em bi pêşerojê xwe re bên rûqalî hev.
(Dîha)
©
HAWAR NT 2010
Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de
bi dest nîşana
(HAWAR NET.com)
hatiye dayin aîdî
HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn
© HAWAR NET
2010
Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de
bi dest nîşana
(HAWAR NET.com)
hatiye dayin aîdî
HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn.
|
|
girêdanên
sponsor
|
newspaperturkiyelebçe, amed, paytext, diyarbekîr, halabja, şano, diyarbakir,
welat, azadiya welat
|

Nûçeyên din ji beşa
Kurdistan

|