|
|
piştgirî

girêdan
|
"Bêyî
çareseriyê sileh nayê danîn"
08 Sibat (Reşemî),
2009 Weşandin:1745 (GDK),
hawarnet.com


BEHDÎNAN,
başûrê Kurdistanê -- Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Nuredîn Sofî
destnîşan kir ku li cihekî ku siyasetmedar û hilbijartiyên kurd bi awayekî
hovane têne girtin mirov nikare behsa çekdanînê bike, beriya çekdanînê divê
pirsgirêka kurd bê çareserkirin.
© HAWAR NET
2010
Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de
bi dest nîşana
(HAWAR NET.com)
hatiye dayin aîdî
HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn.
Fermandarên Hêzên
Parastina Gel (HPG) der barê geşedanên demên dawî û rewşa hêzên gerîlayan de
axivîn. Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Nuredîn Sofî, Fermandarê
Biryargeha Navendî ya YJA STAR’ê Zozan Çewlik, Endamên Konseya Leşkerî ya
HPG’ê Şahîn Cilo, Zaxo Zagros û Fermandanêrn HPG’ê Têkoşer Şemzînan, Alî
Haydar Dêrsim, Rizgar Ersî ji bo ajansa nûçeyan ANF’ê axivîn.
Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Nuredîn Sofî, ku got; gerîla
rêxistiniya siyasî, çandî, civakî û îdeolojîk e. Nuredîn Sofî destnîşan kir
ku gerîla, ne tenê di tecrubeyên PKK’ê de, di tecrubeyên şoreşên din ên
cîhanê de jî roleke sereke ya pêşengî û guhertinî dilîze û gerîlayên HPG’ê
jî, di vê çarçoveyê de rastiya bîrdoziya şoreşa kurd in.
Nuredîn Sofî diyar kir ku gerîla, modela nû ya rêxistiniya civakê ye û got:
“Gerîla wek ferdên ji civakê, di nava PKK’ê û di bin pêşengiya PKK’ê de, di
çarçoveya Civaka Ekolojîk a Demokratîk de, rêxistiniya Komunalîteya
Demokratîk, gav bi gav kire partîkê û wek hêza çekdar jî parastina jiyana
azad û nirxên civakê pêk anî.”
Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Nuredîn Sofî, destnîşan kir ku ji
roja ku gerîla rahiştiye çek û heta qonaxa îro ve, sedemên bikaranîna çekan
ji holê nehatine rakirin û got: “Nîqaşên îro yên der barê çekdanîna gerîla
de, ne dirust in û bi armanc têne kirin. Ji ber ku zext û zor û siyasetên
tunekirinê hîna li ser gelê kurd û li ser Serokatiya kurd dewam dikin.”
EM MECBÛRÎ ÇEKÊ BÛN
Nuredîn Sofî dazanîn ku hîna hebûna kurd, nasnameya kurd a ontolojîk wek
pirsgirêkekê li meydanê ye û got: “Siyaseta 80 salan ya înkarê, ya
qedexekirina ziman, nasname ji holê nehatiye rakirin. Siyasetên
tesfiyekirin, jiholêrakirin û helandinê bi dijwarî dimeşin. Gelê kurd hîna
di bin tehdîda qirkirinên reş û spî de ye. Pêwîst e berî bêçekbûnê, ev
pirsgirêk werin nîqaşkirin û ji holê bên rakirin. Pêwîst e ev zîhniyeta
kujer were bêçekirin. Gerîla ji mecbûriyetekê derkete holê û hîna ev
mecbûriyeta parastinê dewam dike.”
Sofî ku anî ziman zîhniyeta darbeya faşîst a 12’ê Îlonê hîna li Tirkiyeyê
serdest e, got: “Ev zîhniyet, di heman demê de li herêmê jî, pêşengiya
dijminatiya gelê kurd dike. Wateya 15’ê Tebaxê jî ev e. Gerîla çalakî û
hebûna parastinê ye. Çalakiya ku pirsgirêka nasnameya gelê kurd bîne rojevê
ye.”
RIYA SIYASETÊ DIGIRIN
Nuredîn Sofî, mînaka Ahmet Turk da û got: “Eger li Tirkiyeyê, siyasetkirina
mirovekî wekî Ahmet Turk bê qedexekirin, eger mirovên ji aliyê gel ve hatine
hilbijartin bi awayekî hovane bên girtin, ev tê wateya ku hîna zîhniyeta
tesfiyekirin û jiholêrakirinê dewam dike. Di rewşeke wiha de daxwaza
çekdanînê ne dirustî ye. Di vê rewşê de, tevgera me jî, gelê me jî mecbûr e
bikeve nava lêgerînên cuda.”
Nuredîn Sofî da zanîn ku ew pêvajoyê ji nêzîk ve dişopînin û got: “Rêberê
Gelê Kurd avêtine çala mirinê. Ciwanên kurd li kolanan bêperwa dikujin, li
dayikên kurd li kolanan îşkence dikin û zarokên kurd ên 7 salî, 18 mehî
dikujin, yan jî bi dehsalan ceza dikin. Di rewşeke wiha de daxwaza çekdanînê
ne dirustî ye. Em wekî HPG, ji bo parastina Serokê xwe û ji bo parastina
gelê xwe, ji berdêla van nîqaşan, li riyên cuda û rêbazên cuda digerin.”
BERSIVA DEWLETÊ…
Nuredîn Sofî bal kişand ser çûna Komên Aştiyê û dilsozî û aştîxwaziya Rêberê
Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê kurd, ku dewleta tirk bi her awayî dilsozî
û aştîxwaziya gelê kurd û Serokatiya wî terorîze kir û got: “Li dijî gelê me
siyasetên lîncê pratîze kirin. Girtin û êrîşên hovane dijwar bûn, ev dide
xuyakirin ku zîhniyeta tesfiyekirinê dewam dike. Em ê çawa ewle bibin û
çekan daynin?”
Nuredîn Sofî, herî dawî got ku hêzên gerîla ne tenê rola çekdarî dilîzin û
got: “Gerîla li gorî pêdiviyan xwe rêxistinî kiriye û bi cih bûye. Eger
pirsgirêka kurd were çareserkirin jî, gerîla dê hebûna xwe biparêze. Ji ber
ku gerîla hêza pêşeng e û di paşerojan de jî dê vê rola xwe bilîze. Bi
pêşengiya PKK’ê û di çarçoveya felsefeya Rêber Apo de, civaka kurd şoreşeke
guhertinî pêk tîne, lewre rol û mîsyona gerîla dê piştî çareseriyê jî dewam
bike. Gerîla li gorî endezyariya civakî hatiye perwerdekirin.
7 RÊGEZÊN GERÎLAYAN
Fermandarên HPG’ê, rol û mîsyon, wate û girîngiya hêzên gerîla bi zimanekî
hevbeş anîne ziman û destnîşan kirin ku, gerîla şêwaza jiyana nû ye û
pêşengên guhertina civakî ne.
Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Nuredîn Sofî, Fermandarê Biryargeha
Navendî ya YJA STAR’ê Zozan Çewlik, Endamên Konseya Leşkerî ya HPG’ê Şahîn
Cîlo, Zaxo Zagros û Fermandanêrn HPG’ê Têkoşer Şemzînan, Alî Haydar Dêrsim,
Rizgar Ersî 7 xalên jêneger ên HPG’ê rêz kirin. Li gorî van xalên ku wateya
hêzên gerîla, ji bilî parastina çekdarî, rol û mîsyona pêşengiya civakî û
guhertina jiyana azad û afirgeriya sîstema rêxistinîkirina siyaseta
demokratîk wiha anîne ziman û gotin: Gerîla navê jiyana mînak û wek îdeola
hêviyan derkeitye meydanê. Gerîla wek kesayetiya nû ya kurd derketiye holê.
Fermandarên HPG’ê, wate û girîngiya gerîlayên kurd bi zimanekî hevbeş di van
xalan de anîn ziman:
1. HPG ku wekî hêza çekdar a PKK’ê tê binavkirin, ne tenê temsîliya HPG’ê
dike. Gerîla temsîliya siyasî, civakî, çandî û kesayetiya azad a kurdan
dike. Ev şêwazeke nû ya mirovê kurd e. Azad, pêşeng û xwedî kesayetiya
serbixwe û xwedî hiş û ramanekî kurdî ye.
2. Hêzên HPG’ê, di perwerdehiya sîstema PKK’ê ya bi hêz û bi rêkûpêk de,
Parastina Rewa jî di nav de, pêşengiya têgihîştina îdeolojîk, perwerdehiya
li gorî demê, zanista modern û civaka demokratîk dike.
3. Hêzên gerîla ji bilî rêxistiniya leşkerî ya hemdemî, rêxistiniya xwe ya
komûnal a ocaxî pêk tîne. Di vê çarçovê de perwerdehiya xwe dike. Rêxistinî
û perwerdehiya gerîla, di çaçroveya kedê, fedekarî, hevkarî, kolektivizm,
berpirsiyarî, hevreyî û ji kesayetî dûr pêk tê.
4. Hêzên gerîla, pêwiste çek baş bikarbînin, nîşancî bin, berxwedêr bin, bi
semax bin, çalak bin û di şevê de xwedî hêza haraket bin Der barê çek û
alavên teqînê de pispor bin. Di heman demê de gerîla pêwiste têgjhiştî û
modern be.
5. Hêzên gerîla , dive ku bi giyanê fermandarî hatibe hunandin û evîndar
jiyanê be. Bêguman di heman demê de, xwedî hêza îdeolojîk a siyasî ye.
6. Hêzên gerîla di xeta Rêberê PKK’ê û Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ye. Di
vê hêlê de, her gerîla bi felsefeya Rêber Apo têgihiştî û dagirtî ye. Lerwa
em dibêjin ku gerîla ne tenê mirovê cengê ye, em dibûjin pênegê civaka
dmeokratîk, siyaseta demokratîk, hunandin û rêxistiniya civaka demokratîk e.
7. Hêzên gerîla parçeyek ji civakaq kurd û pêşengê civaka xwe ye. Lewra gelê
kurd gerîla himbêz kiriye. Ev rastî di nava 25 salên şer de û bi tecrubeyên
di nava demê de derkete holê. Ev rastî ye ku dijmin nikare gerîla û gelê
kurd ji hev dûr bixe ye. Gelê kurd ji bo gerîlayên xwe, destanan, darb-i
meselan diafirîne.
(Anf)
©
HAWAR NT 2010
Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de
bi dest nîşana
(HAWAR NET.com)
hatiye dayin aîdî
HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn
© HAWAR NET
2010
Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de
bi dest nîşana
(HAWAR NET.com)
hatiye dayin aîdî
HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn.
|
|
girêdanên
sponsor
|
newspaperturkiyelebçe, amed, paytext, diyarbekîr, halabja, şano, diyarbakir,
welat, azadiya welat
|

Nûçeyên din ji beşa
Kurdistan

|