Cîh:  Rûpela Serî  |  Rojev                                                                                                                                                                                         

 

 

 

 

 

 Servîs, Navgîn û Zanyarî

 

 Arşîw/Lêgerîn

 Kunye/Rêvebirî

 Reklam Dayîn

 Nûçename

 Hişyarî

 Nûçe Şiyandin

 Pêywendî

 Derbarê HAWAR de

 RSS

 Parve Bike

 Nexşeya Malperê

 

                          

                      

piştgirî  

              

                                   

 

girêdan

Piştî 163 salan Birca Belek ji destê leşkerên Tirk rizgar bû

 

08 Sibat (Reşemî), 2009 Weşandin:1745 (GDK), hawarnet.com

 

 

Binivsîne  |  Di blogê de şîrove bike  |  Bike Ekrana Mezin  |  Ename  |  Tomar bike an jî bişîne

 

Share/Save/Bookmark

 

CIZÎRA BOTAN, bakûrê Kurdistanê -- 3 terorîstên Tirk hatin binçav kirin.
 
© HAWAR NET 2010  Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de bi dest nîşana (HAWAR NET.com) hatiye dayin aîdî HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn.

Birca Belek a ku ji şerê 163 sal berê ya di nav Mîrê Botanê û Împaratoriya Osmaniyan heta niha di bin kontrola leşkeran de ye, niha jî bo ziyareta gel û tûrîzmê leşkerî bircê vala dike.

Birca Belek a ku navenda rêveberiya Mîrîtiya Kurd a Botanê ya ku di pêşengiya Mîr Bedirxan de bû, piştî bi sed salan e di bin kontrola leşkeriyê de ye, dê ji ziyaret û tûrîzmê re vebe. Wiha tê texmînkirin ku ev 4 hezar sal e Birca Belek li ser piyan e. Di bircê de 365 ode hene û ev yek jî gelek balê dikişîne. Di bircê de cihê rêveberiyê, biryargeh, mizgeft, dersxane û baxçeya heywanan jî hene.

Ev birc 165 sal e di bin kontrola leşkeriyê de ye. Hin caran jî wekî enî hate bikaranîn. Heta niha ji bo ziyareta gel girtî bû. Her wiha dîsa ev birc warê efsaneya mezin a kurd Mem û Zînê ye jî. Berê cihê girtîgehê ji aliyê leşkeran ve wekî cebilxane dihat bikaranîn û dîwarên wê jî ji aliyên leşkeran ve wekî depê nîşanê di hate bi kar anîn. Ev jî dibû sedema bertekên rêxistinên sivîl.

Şaredariya Cizîrê serlêdan kiribû


Şaredariya Cizîrê, li ser daxwaza gel a bi armanca parastina mîrateya çandî, dîrokî û turîzmê piştî sala 2005’an û şûnde bi dehan caran serî li rayedaran da. Têkildarî mijarê Nûnerê Vaqfa ÇEKUL’ê yê Şirnexê û Hewildana Parastina Çanda Cizîrê Abdullcabbar Îgdî, diyar kir ku dema ew endamê Meclîsa Şaredariya Cizîrê bû ji bo valakirina Birca Belek ji aliyê Meclîsa Şaredariyê ve hatibû peyvirdarkirin. Îgdî, anî ziman ku bi boneya Bikaranîna Komira Tirkiyeyê ya li Taxa Nûnrê ji leşkeriyê re bê valakirin, pêşniyar kirne. Îgdî, da zanîn ku ji sala 2005’an de ji bo Birca Belek bê valakirin û têkeve xizmeta turîzmê serî li Wezareta Çandê, Midûriyeta Çand û Tûrîzma Bajar a Şirnexê û gelek rayedarên din dane. Îgdî, da zanîn ku zagona dewirkirna Berhemên Çandî ya ji bo rêveberiyên herêmî di meclîsê re derbas bûye û wiha got: “Serlêdana me ji aliyê Wezaretê ve hate erêkirin. Di sala 2009’an biryara valakirina Birca Belek hate dayîn. Divê heta 12’ê sibatê Birca Belek dewrî Midûriyeta Emlaka Neteweyî bê kirin. Ji ber ku di bin baneyê şaredariyê de hêj Buroyên Parastin Venihertin û Pêkanînê (KUDEB) nehatine avakirin Birca Belek dewrî şaredairê nehatiye kirin.”

© HAWAR NT 2010  Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de bi dest nîşana (HAWAR NET.com) hatiye dayin aîdî HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn

© HAWAR NET 2010  Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de bi dest nîşana (HAWAR NET.com) hatiye dayin aîdî HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn.

 

 

 

 

  NAVGÎN:  Binivsîne   |   Biçe Jor   |   Di blogê de şîrove bike   |   Bike Ekrana Mezin - Derkeve     Ename

 

 

  FERHENG:   Peyvên ku tu nizanî tu dikarî ji vir hîn bibî (Anlamadığın kelimeleri buradan öğrenebilisin)

 

 

  TOMAR BIKE AN JÎ BIŞÎNE: 

  Ev çiye?

Share/Save/Bookmark

 

 

  RÛPELA BEŞÊ: Hemû Naveroka Beşa Kurdistan

 

 

 

 ŞÎROVEYÊN WE                                                                       TU ÇI DIBÊJÎ?
 
   
 

girêdanên sponsor

newspaperturkiyelebçe, amed, paytext, diyarbekîr, halabja, şano, diyarbakir, welat, azadiya welat

 

 

 

 

 

Nûçeyên din ji beşa Kurdistan   

 

 

 

 

 

 

Girêdanên sponsor  Ev çiye?