|
|
reklam
I |
girêdan
|
Li
pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurda astenga herî mezin CHP ye
29 Çile (Rêbendan),
2009 Weşandin:0532 (GDK),
hawarnet.com


AMED,
bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- CHPê ji bo çareseriya
pirsgirêka kurd rêbaza komkujiyê pêşniyar kiribû.
© HAWAR NET
2010
Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de
bi dest nîşana
(HAWAR NET.com)
hatiye dayin aîdî
HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn.
Dijberiya CHP a hember Kurdan herî dawî bi
axaftina faşîzan, na alîkarê serokê CHP'ê beriya 3 mehan hate rojevê.
Onur Oymen 10 Mijdara 2009'an li Meclîsa Tirkiyê derbarê mijara pirsgirêk
Kurd de li ser navê CHP'ê axaftinek kiribû û weke rêbaza çareseriyê jî,
komkujiyên Dêrsim û Pîranê nîşan dabû. Ev daxuyaniya Oymen rê li ber rabûna
hêrsa gelê Kurd vekiri bû.
CHP di
pêvajoya ku herî zêde çareseirya pirsgirêka Kurd hatibû rojevê roleke xirab
lîst û pêvajoyê xetimand.
Her wiha
hevkariya CHP û artêşa Tirk jî tê zanîn. CHP ji ber polîtîkayên xwe yên
dij-Kurd li bajarên bakûrê Kurdistanê êdî nikare dengan bistîne lê divê
zihniyeta CHP a kemalîst û dij-Kurd di her qadê de were deşifre kirin.
CHP dijminê herî esasî ya Kurdan e
Wek tê zanîn hemû partiyan Tirkan û AKP û CHP ku di tu mijaran de li hev
nakin wexta ku mijar Kurd û Kurdistan be li hev dikin.
CHP ku demeke li herêmê partiya herî bihêz bû, bi sedema polîtîkayên
têkildarî pirsgirêka kurd, di hilbijartinên 22'yê tîrmehê de ji aliyê gelê
herêmê ve hate cezakirin.
CHP ku wekî pirsgirêka 'ewlekariyê' nêzî pirsgirêka kurd dibe û ber bi xetek
nîjadperest ve çû, li herêmê ji MHP'ê jî hîn zêdetir paş ve ket. CHP ku ji
ber derba xwar li herêmê ketiye nava hewldanên nû, di 32'yemîn Kongreya
Giştî ya CHP'ê ya di 26-27'ê nîsanê hate lidarxistin de, heviyên derdorên ku
çav li rê bûn der barê pirsgirêka kurd de hin vebûnan bike, vala derxist.
CHP ku her çiqas partiyeke qaşo "çepgir" be jî bi politikayên xwe yên faşist
û kamlist û dijî Kurdan tên nasîn û heman demê de nûnerê veşartî ya hêzên
militarstin.
Demokratize bûna Tirkîye an jî pêşketina bîr û baweriyên dervey kemalîzm û
Tirkperestîyê an jî pêşketina Kurdan li Kurdistana azad û bi dest xistina
hin mafên biçûk li bakûrê Kurdistanê hêzên nijadperest, arteşa Tirk,dijminên
Kurdan,kemalîstên faşîst,çeteyên tarî,derdorên mîlîtarîst û hemû hêzên ku ji
berjewendîyên xwe winda dikin dixe nava livûtevgerê.
CHP û baykal her dem bi eşkeriya dijminaya xwe hember Kurdan eşkere kirin.
CHP çend meh berê nerazîbûnên xwe yên li hemberî mijara Kerkûkê de jî diyar
kiribû û li kurdan gefan xwari bûn û daxwaza dagir kirina Kerkûkê anî bûn
ziman.
Armancanên rastî ya CHP
Armancên Denîz Baykal û dijberên Kurdan;
• Ji holê rakirina destkeftîyên Kurdan li bakûrê Kurdistanê û carekî din
bilind kirna nijadperestîya Tirkî ne.
• Rûxanidina Dewleta Federe ya Kurdistanê ye û pêşî lê girtina pêşketinên li
rojhilatê Kurdistanê ye
• Xera kirina aramîya li bakûrê Kurdistanê ye.
• Pasîfîze kirina Kurdan di her waran de
• Ger nikaribin Dewleta Federe ya Kurdistanê hilweşînin CHP dixwaze ku bi
weşanên Kurdî û bi vergirtina xwendekaran ji başurê kurdistanê û bi daxîl
bûna aborî ku gelê başurê kurdistanê li dijî hikumeta Kurdistanê sor bikin û
alozîya navxweyî derxînin û dewleta Tirk di çavê kurdan de mezin nîşan bidin
û Kurdan bigrin bin bandora xwe û di warê dîplaomatîk û siyasî de jî ser
Kurdistana azad bi bandor bin.
Faşîstên Tirk bi gavên wisa dixwazin ku Kurdan bixapînin û bigrin bin
kontrola xwe.
(HAWAR NET.com)
©
HAWAR NT 2010
Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de
bi dest nîşana
(HAWAR NET.com)
hatiye dayin aîdî
HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn
© HAWAR NET
2010
Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de
bi dest nîşana
(HAWAR NET.com)
hatiye dayin aîdî
HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn.
|
|
girêdanên
sponsor
|
newspaperturkiyelebçe, amed, paytext, diyarbekîr, halabja, şano, diyarbakir,
welat, azadiya welat
|

Nûçeyên din ji beşa
Kurdistan

|