|
girêdan
|
Sunetkirina keçan li Herêma Kurdistanê-2-
03 Adar,
2009 Weþandin:1512 (GDK)

Binivsîne | Biçe
Jêr |
Di
blogê de þîrove bike |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve
Di beþê 2:em de, em ê
hevpeyvînên bi rêvebirên dezgeha navnetewî ”WADI e.V. - Verband für
Krisenhilfe und solidarische Entwicklungszusammenarbeit” pêskêsî we
bikin. Wadi ji bo mafên jin û zarokan, baskirina rewsa zindaniyan li
Kurdistanê karên giring dike. Her wisa bi îstatîstîk, ”mobile team”ên
jin û çalakiyên wan li ser pirsgirêka sunetkirina keçan li Herêma
Kurdistanê jî, tê nasîn.
Sunetkirina keçan, girêdan û kontrolkirina hîsên jinantiyê ye. Ji
baweriya dîtina jinê, weke mal û navgînek kêfxwesiyê, tê. Encamên
pêserojê nayê hizirkirin. Nexwesiyên bedenî û rûhî nayên hesab kirin.
Xeyal û evîndariya jinan nabe cihê lêpirsînê...
Em ê bi vê dosya taybetî rastiya sunetkirina keçan li Herêma Kurdistanê
bînine holê. Istatîstîkên li ser herêmê, dîtina kesên bûne qûrban û
pisporên pirsê bikin mijara xwe. Armanca ew e ku, rastiya li Kurdistanê
bê dîtin. Rê li ber girtin ku, ev nexwesî û hovîtî derbasî perçeyên din
nebe. Ji Hikumeta Herêma Kurdistanê bixwazin ku, rê li ber sunetkirina
keçan bigire. Komîsyonek çavdêr ava bike. Birîna jinên birîndar derman
bibe. Qesabên keçên biçûk bi hiskî ceze bike.
Di besê 2:em de, em ê hevpeyvînên bi rêvebirên dezgeha navnetewî ”WADI
e.V. - Verband für Krisenhilfe und solidarische
Entwicklungszusammenarbeit” pêskêsî we bikin. Wadi ji bo mafên jin û
zarokan, baskirina rewsa zindaniyan li Kurdistanê karên giring dike. Her
wisa bi îstatîstîk, ”mobile team”ên jin û çalakiyên wan li ser
pirsgirêka sunetkirina keçan li Herêma Kurdistanê jî, tê nasîn.
Navenda Wadiyê li Frankfurt a Elmanyayê ye. Navendên wê yên xebatê pir
in. Me xwe gehand navendên Wadiyê li Ewropa û Kurdistanê. Dostê hêja û
rêvebirê Wadiyê birêz Thomas v. der Osten-Sacken bi germî nêzî me bû.
Birêz Arvid Vormann ji me re bû alîkar. Ji Silêmaniyê hêja Suad
Evdirehman li ser gelek pirsan zaniyariyên giranbuha da me, me ronî kir.
Ji bo dostaniya rêvebirên Wadiyê, xebat, nêzîkbûn û hevkariya wan gelekî
spas. Em bi xebatên we serbilind in
.
Wadi:
Tunekirina sunetê ji Kurdistanê dê wext bigire
Gabar Çiyan / Zarathustra News
Ji kerema xwe re li ser Dezgeha Wadi û armanca wê me ronî bike…
Wadi di sala 1991 de bi besdarbûna gelek kesan, di dema buyera Xelîçê,
bi besdarbûna projeyan li Iraqê û basûrê Kurdistanê, ava bûbû. Thomas
yek ji wan kesên besdar bû. Wê demê xwendevan bû û li basûrê Iraqê ji bo
”Christian Relief Projekt” dixebitî. Ew bû sahidê rastiya hiskiya li
welatî û li aliyê din mecalên guhertinê jî li wir didît. Mecalên
guhertin û pêsketinê bêhtir li Herêma Kurdistanê hebû û Wadi li wir di
1993 an de projeya pêsî da dest pê kirin.
Wadi wê demê de li gorî armancên gavbigav pês ket. Wisa hatibû
hizirkirin ku, li Rojhilata Navîn û Ewropayê karê polîtîk di gel
alîkariya pratîk bihata rêvebirin. Wadi, polîtîka Elmanya ya li hemberî
penaberên ji Iraq û rojhilata navîn jî bi hiskî rexne dikir.
Wadi ji bo pêsketina demokrasî û asitiyê li Rojhilata Navîn ku herêm
dîktatorên xwe gelek in, dixebite. Li gorî xebatkarên Wadi, civata ku
xebatên xwe eskere û vekirî be, ew ji bo qonaxa pêsxistina demokrasiyê
xwedî rolek mezin e. Ji bo guhertina civatê armancek Wadi heye:
Pistgiriya kesên bindest û bûna dengê wan. Wadi giraniya xebata xwe dide
jin, zarok û girtiyan.
Wadi di 16 salên dawiyê de alîkariya jinên birîndarên lêxistin û hiskiyê
kir. Destê xwe dirêjî wan jinan kir ew ji ber pirsên namûsê di bin
tehdîdê de bûn. Wadi mecalên xwe fêrkirina xwendinê û kursên perwerdeya
meslekî ji bo jinan organîze dike. Wadi ji bo destpêkirina wesanên
radyoyî alîkarî pêskês kir.
Wadi 2004 an de buyera sunetkirina keçan li Kurdistanê derêxist holê. Ji
wê demê heta nuha ji jiholêrakirina wê piralî dixebite: Destpêkirina
kampanyek eskere li dijî sunetkirina keçan. Kampanyek polîtîk ji bo ku
parlemento bi qanûnekî sunetkirina keçan qedexe bike û weke sunetkirinê
weke suc îlan bike. Em bi alîkariya Mobîl Teama Wadi giraniyê bidin
belavkirina zaniyariyê û perwerdê.
Hejmara keçên li Herêma Kurdistanê tên sunetkirin çiqas in?
Li ser hejmara sunetkirina keçan di destê me nexseyek heye. Nexse li
gorî kêmbûn û zêdebûna buyerên sunetkirinê aktîf e, tê nûkirin. Kesên
bixwazin dikarin di malpera www.stopfgmkurdistan.org ê de pêsketinê
bisopînin.
- Rêya lêgirtin û çareseriya rawestandina sunetkirina keçan li
Kurdistanê çiye?
Pirsek bas e. Em gelekî bi erênî nêzî pirsê dibin, lê dinêrin. Xebata
çend salan ji nuha ve dest pê kiriye ku fêkî bide me. Di 2004 an de,
dema me, qala xebata li dijî sunetkirina keçan dikir, ji me re dihate
gotin ku, em dikarin ji ber pirsê bêne kûstin. Lê civata Kurdan nîsan
dan ku ew têra xwe tê gihçtî ne û dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin.
Nuha gelek kes di medyayê de niqasa pirsê dikin. Hikumeta Herêmê jî
eleqatek nêz nîsan da ku ew dixwazin pirsê çareser bikin. Li gorî
raporên Mobila Team, gelek gund pistî perwerdeyê nema keçan sunet dikin.
Îro bi saya medyayê gelek rûnistvanên gundan zanin ku sunetkirina keçan
dibe sedema seqetkirina wan. Lewma jî pistgiriya xelkê bo me zêde dibe û
Gelê Kurd xwe amade dibîne ku sunetkirina keçan bi cî û li dawiya xwe
bihêle.
Lê (ji bo rawestandina sunetkirinê) rêyek dirêj li pêsiya mirovî heye.
Mirov hêvî dike ku Hikumeta Herêmê besek ji bersiyartiyê hilgire ser
milê xwe û serê li dijî sunetkirinê bi xwe bike.
Suad Evdirehman:
Ji ber sunetkirinê li Kurdistanê % 60 jin û keç seqet bûne
Gabar Çiyan / Zarathustra News
Suad Evdirehman kî ye? Hûn bi çi karî dadikevin?
Suad li bajarê Silêymaniyê bi dezgeha Wadi re dixebite û li wir
rêvebiriya projeyên jinan dike. Xwedî tecrube ye û tecrubeya wê ya bi
salan pista xwe dide xebata bi jinên li gund û bajaran.
Wadi yek ji wan insiyatifgiraye ku kampanya li dijî sunetkirina keçan li
Kurdistanê ”StoppFGM” daye destpêkirin. Suad ji wê demê heta nuha bi
xurtî li dijî sunetkirina keçan dixebite.
We çima kampanya ”StoppFGM” da destpêkirin?
Di sala 2004 an de, komek me ku jinan pêk dihat derêxist holê ku
sunetkirina keçan li Kurdistanê, cihê germiyanê pês dikeve, belav dibe.
Lê di destê me de li ser berfirehiya pirsê zaniyarî tune bû. Me biryar
da ku kampanyayê bi hev re bidin destpêkirin.
Îro, pistgiriya kampanya me di nava kurd û çandên din de zêdetir dibe.
Dezgehên netewî û navnetewî li ser pirsê kurtir dibin…
Pirsa sunetkirina keçan li Kurdistanê pir ciddî ye, an na? Hêviyên we ji
Hikumeta Herêma Kurdistanê çi ne?
Belê pirs têra xwe ciddî ye. Ji ber sunetkirinê ji % 60 keç û jin seqet
bûne. Îro jî gelek jin û keç seqet dimînin.
Em li benda wê ne ku, Hikumeta Herêma Kurdistanê pirsa sunetkirina keçan
ciddî bigire û li dijî wê raweste. Divê pirs were rojeva Parlementoya
Kurdistanê û parlemento qanûnekî ku sunetkirina keçan qedexe bike,
derxîne.
Li dijî sunetkirina keçan li Kurdistanê, pêwîstiya me bi pistgiriyê
heye. Em li benda wê ne ku, hemû kes û dezgehên fermî û ne resmî li dijî
vê metoda barbarî dengên xwe bi me re bilind bikin.
Li gorî Stopfgmkurdistan rewsa Kurdistanê
Stopfgmkurdistan:
Sunetkirina keçan suc e ne çand e
FGM tê wateya sunetkirina keç û jinan. Di dema sunetkirinê de, ji
organên wan yên cinsî, cihê herî hesas ”klitorîs” (zimanê biçûk) tê
jêkirin. Bi jêkirinê, zewqa wan ya cinsî tê korkirin. Da ku keçbûna wan,
anku namûsa wan heta dema zewacê bê parastin.
Pistî sunetkirinê, gelek aliyên neyênî û pir xirab pêk tê. Besek ji
keçan di nava xwînê de dimînin, brînên wan mîkrop digire û dimrin. Rûhê
hinekan ji wan birîndar dibe. Herdu alî jî demek dirêj, pêserojê, di
dema zewac û hemîlebûna wan de bi problemên mezin têne hemberî hev.
Sunetkirina keçan û xetera mirinê
Keçên biçûk ku emrê wan 4 û 12 an de ne têne sunetkirin. Li cihên ne
eskere operasyonên sunetê dibin. Organ nayê pûçkirin. Aletên sunetê,
cilêt û cuzan nayên kelandin û bi mîkroban barkirî ne. Keç tê tazîkirin,
li ser çoka pîra wê û bi alîkariya kesên li wir tê girtin, girêdan anjî
kontrolkirin. Zimanê organê tê jêkirin. Keç di nava gola xwînê de
dimîne. Jibo ku herikandina xwînê bê rawestandin, xweliyê bikar dihênin.
Gelek caran keça biçûk li ser qalibên qesayê (buz-ice) rûdine…
Pistî sunetkirinê gelek keç dimrin. Yên namirin jî hetanî dawiya emrê
xwe serê nexwesiyên rûhî (psîkolojîk) dikin, anjî bi nexwesiyên din re
dijîn.
Jinên ku bi rêya “mobile team” dixebitin û hevkarên Wadi ne di sala 2004
an de qala pêkhatina sunetkirina keçan li aliyê Germiyanê, ku dikeve
basûrê Silêmaniyê kirin. Kurbûnên li ser pirsê derêxist hole ku, gelek
jin ji ber sunetkirinê seqet mane. Mobile Team jibo ronîkirina pirsê li
herêmê, bi 1500 jin û keçên ciwan re qise kir, hevpeyvîn pêkanîn. 907
kes ji wan bûbûn qûrban û hatibûn sunetkirin. Pasê li Erbîlê lêkolînek
pêk hat. Derket hole ku ji 440 jinan, 380 ê hatine sunetkirin.
Jibo ku rewsa jinan li basûrê Kurdistanê bi gistî derkeve hole dezgeha
Wadi di 2007 an de dest bi lêkolînek fireh kir. Ji dever û malbatên
cewaz, zêdeyî 1800 jinan re rûnistin û li wan guhdarî kirin. Zaniyariyên
destpêkê wisa nîsan didin ku sunetkirina keçan û jinan pir zêde ye. Li
hinek deveran ji % 60 û li deverên din % 100 hatine sunetkirin. Tenê li
Duhokê kêm e, ji % 10 e.
Encama li herêma Pisder û Raniyayê wêneyek dramatîk li ser rewsa nîsanî
mirov dike. Ji Adarê hetanî dawiya tebaxa 2008 an, li 50 gundan û 25
dibistanên keçan 115 serdan pêk hatin. Li Raniya bi 2952 jin û keçan re
hate qisekirin. Ji wan jin û keçan 2810 kes ji ber sunetkirinê, brîndar
û seqet mabûn. Anku ji % 95 bûbûn qûrbana sunetbûnê.
Kêmbûna zaniyariyê rê ji sunetkirinê vedike
Li Herêmê, mîna gelek pirsên cinsîyetê, sunetkirina keçan jî pirsek tabu
ye. Êsa jinê bi bêdengkirinê hatiye fetisandin /sînorkirin. Seqetbûn û
êsên sunetê ji aliyê rûnistvanên herêmê ve weke pirsgirêk nayê dîtin.
Ronîkirina rûnistvanan û jinan li ser pirsê karekî pir giring e.
Nezanî û kêmbûna zaniyariyê rê vedike ku sunet bibin. Li gorî hinekan
sînorkirina nexwesî û mîkrobiyan karekî dijwar e. Besek jî pê bawer in
ku sunetbûyîn jibo musilmanan ferz e û dive bibe.
Berdewamî û nerawestandina sunetkirinê pista xwe dide nêrîna li jinê.
Jin bi gistî weke mal,û mulkên mêr dihejmêrin. Jinên serbixwe, û keçên
zana xwe weke kesekî serbixwe dibînin.Pêwsîtiyên xwe bas zanin û hîsên
xwe teslîmî çi kesan nakin. Kesên wisa ne hêsan e ku ji wan re bibin
qûrban.
Çavkanî jibo zaniyariyê:
www.wadinet.de/index.php
www.stopfgmkurdistan.org
www.eurokurd.net
SERHAD B.RÊNAS
© HAWAR NET 2009
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
|
|
girêdanên
sponsor
|
newspaperturkiyelebçe, amed, paytext, diyarbekîr, halabja, þano, diyarbakir,
welat, azadiya welat
|

Nûçeyên din ji beþa
Kurdistan

|