|
Ji KNK pêþniyara belgeya stratejîk a neteweyî
24
Tîrmeh, 2008 weþandin:08:23:11 (GDK)
Kongra
Netewiya Kurdistan ku ji hêla gelek rêxistin û sîyasetmedarên kurd ve
wek dezgehekî PKKê te nirxandin, pêþniyara 'Belgeya Stratejîk a Netewî'
amade kir û vê pêþkêþî partî, rêxistin û sîyasetmedarên Kurd kir.
KNK, di pêþgotina belgeyê da
dîyar dike ku evane ne biryar in, bi tenê pêþnuma nin, pêþniyar in.
Her wisa KNK balê li ser
dikþîne, ew pêþniyarên van li ber çavan bihêne girtin, guftûgo li ser
bihêne kirin û her wisa dîyarkirin ku heta 20.09.2008an li benda
bersîvên derûdorên sîyasî ne.
Pêþnûma wisa ye;
Belgeya Stratejiyê ya Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê
Þerê di navbera hêzên Kurdistanê û hêzên kolonyalîst de ketiye
merhaleyeke nû. Ev rewþ ji her gavî zêdetir yekîtiya navxweyî dixwaze.
Heta niha gelek xebat ji bo yekîtiya neteweyî hatin kirin, gav hatin
avêtin lê heta roja îroyîn platformeke ku hemû hêzan bîne ba hev çênebû.
Ceribandinên ku berê hatine kirin ji bo gel bûne zanîn û tecrûbe û îro
gel vê berpirsiyariyê daye ser milê pêþevanên siyasî. Îro doza Kurd û
Kurdistanê pêwistiyê bi yekîtiya neteweyî wekî pêdiviyeke jiyanî dibîne.
Êdî divê ku zemîna diyalogê di navbera hêzên neteweyî de bê çêkirin, ev
bûye mecbûriyet. Divê ku bi lezgînî ev rê û rêçikên diyalogê bêne danîn,
zemîna vê bê çêkirin. Her wiha divê ku li ser bingeha berjewendiyên
neteweyî yekîtî û norm û rêzikên wê bêne diyarkirin. Divê ku ev di
jiyana polîtîk de serwer be. Ev zarûret e. Em wekî Kongreya Neteweyî ya
Kurdistanê (KNK) “Belgeya Stratejiyê ya Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistan”
pêþniyar dikin û dibêjin ku di nava raya giþtî ya me de bi berfirehî bê
nîqaþkirin û li ser bikêrhatin û sûdeweriya neteweya Kurd bigihîje
encamekê.
Statuya Kurdistanê û rewþa gelê Kurd:
Kurdistan, li Rojhilata Navîn di bin desthilatdarî û kedxwariya
navneteweyî de ye. Di bin dagirkeriya Tirkiye, Îran û Suriyê de ye û
rewþa wê ya çar-parçeyî dewam dike. Ji hemû mafên xwe yên neteweyî û
demokratî bêpar hatiye hiþtin. Dîsa li giþtiyê Kurdistanê bi awayê
curbecur þer û polîtîkayên îmha û înkarê dewam dikin.
Parçeyê di nava tixûbên fermî yên Iraqê de rewþeke nû girtiye. Ev jî di
nava Iraqa Federal de Kurdistana Federal e. Lê mixabin hikûmeta navendî
ya Iraqa Federal, di pozîsyona “de facto”, “dijî Kurdistanê” de ye. Ev
jî ji bo doza Kurdistanê û mafên kurdan potansiyela xeternakiyê di xwe
de dihêle. Ji ber vê jî divê ku bala neteweyî li ser vê be û ev bal her
bilindtir be.
Di “Stratejiya Neteweyî” de rewþa dînamîkên navxweyî û derve:
Rizgariya Kurdistanê, azadiya Neteweya Kurd û rizgariya gelên Kurdistanê
ji destê neyarên kolonyalîst; bi awayê ku hemû hêzên neteweyî bibin yek
û bi serferberiya li ser rêbazên polîtîk û yên rewa û þerê li hember
neyaran dibe; ev jî tê wateya “Stratejiya Neteweyî” ye. “Berjewendiyên
neteweyî yên demokratîk” di bingehê de “stratejiya neteweyî” diyar
dikin.
Aliyê “stratejiya neteweyî” yê civakî li ser navê gelê Kurd û
kêm-neteweyên din, hemû rêxistin û kesayetiyên polîtîk û rewþenbîrên
sosyo-politik, sosyo-çandî û sosyo-aborî “hêza neteweyî ya mezin” dertê
meydanê û ev aliyê “stratejiya neteweyî” yê civakî çêdike.
Hêzên neteweyî jî, polîtîkayên xwe yên ji bo Kurdistanê “rasterast” ya
jî “ne rasterast” li gorî berjewendiyên jeo-stratejîk dimeþînin. Li ser
vê rastiyê divê ku dengeyên real-polîtîk yên dinyayê li ber çavan bêne
dîtin. Her wiha divê ku li ser berjewendiyên neteweyî û ji bo aþtiya
Rojhilata Navîn “îtîfakên piralî” bêne hesibandin.
Rewþa Dewletên Dagirker:
Dewletên dagirker li ser berjewendiyên xwe yên dewletbûyînê bi hev re di
hamberî û dijraberiyê de ne. Lê bi tenê li ser tiþtekê berjewendiyên wan
dibin yek û bi hev re tev digerin. Ew jî Tevgera neteweyî ya Kurdistanê
û gelê Kurd e. Dewletên dagirker hem bi tenê li hember neteweya Kurd
polîtîkayan dimeþînin û hem jî bi hev re polîtîkayên dijraberî Kurd û
Kurdistanê pêk tînin û dimeþînin.
Rewþa Neteweya Kurd û Gelên Kurdistanê yên din:
Li hember vê konsepta nû divê ku dînamîkên neteweyî li ser berjewendiyên
neteweyî bigihîjin hev û bi awayekî koordîneyî tev bigerin. Ev tiþtek
normal e û maf e. Taybetmendiyên ku li ser “parçetîtiyê” ava bûne hê ji
holê ranebûne, lê gelek lawaz mane. Li hember vê dewletên dagirker li
hember tevgera neteweyî sînoran derbas dikin. Divê ku hêzên neteweyî yên
Kurdan jî li hember polîtîkayen dewletên dagirker êdî “sînorên çêkirî”
nehesibînin û her tim bi hev re hevgirtinê pêk bînin, piþtgiriyê bidin
hev. Divê li hember eniya dagirkeran eniyeke yekgirtî û hevpar bê
avakirin û bi hev re tekoþînê bimeþînin. Taybetmendiya nû ya þoreþa
Kurdistanê ev e û divê ku li gorî vê konseptê tev bigerin.
Ji aliyê din ve neteweya Kurd di nava pêvajoya þoreþekê de ye. Karakterê
Þoreþa Kurdistanê neteweyî û demokratîk e. Neteweya Kurd ji aliyekî ve
li hember dagirkeran þerê neteweyî dimeþîne, ji aliyê din ve jî ji bo ku
di nava civakê de pergala demokratîk bi cih bibe dixebite. Li gorî vê
konseptê bajena (yelpaze) dînamîkên þoreþa demokratîk ya neteweyî
berfireh e. Hemû çîn û qatên navberê, kom û komikên civakê yên dinê li
hember pergala dagirker û kolonyalîst di hedefa þoreþa neteweyî de
mutefîk in. Armanca ku wan tevan digihîjîne hev rizgariya Kurdistanê û
azadiya neteweya Kurdan e. Di nava vê armancê de cihê asurî, ermenî,
cihû, ereb, tirkmen, azerî , tirk û kêm-neteweyên Kurdistanê yên din jî
heye. Ew jî mutefîkên neteweya kurd in. Azadî û rizgariya wan bi azadî û
rizgariya neteweya kurd ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê li hember pergala
wahþî ya kolonyalîst divê ku hemû gelên Kurdistanê seferber bibin û bêne
birêxistin. Berjewendiya tevan li ber têkbirina pergala kedxwar dibe
yek. Ji ber vê jî, divê ku li ser çarçova eniya neteweyî hemû bêne ba
hev û hêzên xwe bikin yek.
Biryara Mafê Diyarkirina Qedera Xwe:
Di pêvajoyên þoreþê de konjonktorên derve û navxweyî, hêza neteweyî, li
ser derfet û bikêrhatinan pêþketinên ku dibin, dibe ku rastî tevgera
neteweyî a Kurd û Kurdistanê jî werin. Di çarçoveya “Mafê diyarkirina
qedera xwe” mafê gelê Kurd heye ku biryar bide. Dibe ku ev muxtariyet
be, dibe ku federalîzm be, dibe ku konfederalîzm be û dibe ku serxwebûn
be. Ji bo ku bigihîje van armancên xwe, mafê gelê Kurd heye ku hemû
rêbazên rewa yên parastinê bi kar bîne.
Di Þerê Neteweyî De Pozîsyona Stratejîk:
Hêzên dînamîk û yên neteweyî di vê xalê de bi biryariyeke tund ji hev
berpirsiyar in.
Divê ku berjewendiyên Neteweyî yên Demokratîk di ser her tiþtî re bêne
girtin.
Hebûnên neteweyî divê ku bêne parastin û rêzdarî li hember sembolan
hebe.
Di þerê li hember dewletên kedxwar û dagirker de divê ku li ser
rêxistinên din bi awayekî teng û hesabên rêxistinê bi hev neyê gerandin.
Bi çi awayî dibe bila bibe lê divê ku bi rêxistinên neteweyî re diyalog
hebe.
Divê ku hevgirtin û piþtgirî di nava hêzên neteweyî de di asta herî
bilind de be.
Kerkuk û hemû sînorên Kurdistanê, li hember dagirkeran bi çi awayî dibe
bila bibe divê ku bi hev re û bi awayekî yekgirtî bê parastin.
Divê ku þer û pevçûnên di navbera hêzên neteweyî de wekî sûç bê
qebûlkirin.
Ku hêzeke neteweyî li hember hêzeke din ya neteweyî pratîkeke çewt
bimeþîne, xetayek bike, divê ku ev wekî alarma sor bê pejirandin û li
hember vê ji rêderketinê hemû dînamîkên neteweyî di nava alarimê de bin
û ji bo ku ji çewtî û xetayê veger çêbibe, ji bo ku berjewendiyên
neteweyî bêne parastin refleksên rastkirinê bêne nîþandan û bi vî awayî
ji bo ku þkestin di nava yekîtiya neteweyî de çê nebe pêþî lê bê girtin.
Ji bo ku Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk bi awayekî domdar bimîne divê
ku meclîs, platform, kongre ya jî rêxistinkirinên din bêne avakirin.
Civîna Berfireh a KNK’ê
(Civîna Vedora Heþtemîn)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve
           
RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|
|