|
Ger çareserî zordarî bûya Kurd dikaribûn 2003'an de Kerkûkê bi dest bixin
25 Tebax, 2008 weþandin:00:33:43 (GDK)
HEWLÊR, baþûrê
Kurdistanê
-- Berhem Salîh bi daxuyaniyeke balkiþand ser mijara neçareseriya
Kerkûkê û got ger çareseriya meseleya Kerkûkê zordarî bûya Kurd
dikaribûn 2003'an de Kerkûkê bi dest bixin.
Cîgirê Serokwezîrê Iraqê
Berhem Ehmed Salih diyar kir, ku eger meseleya Kerkûkê sepandineke bi
zorê bibûya, di sala 2003-an de dema rejîma zordarî ya Beasê rûxiya,
derfetek bo kurd hebû ku Kerkûkê bixin ser Kurdistanê.
Salih got:”Serkirdeyên sereke
yên welat bi hestiyarî rewþa Kerkûk fêm dikin û dixwazin bo
çareserkirina girêkên kor Destûr bingeh be.”
Salih di hevdîtineke li gel kenala El Cizîreyê da xuyakirin, ku
çareseriya arîþeya Kerkûkê li ser bingeha wê yekê ku di Destûrê de li
ser wê hatiye rêketin, divê bi çareseriyeke iraqî û lihevkirî be û
got:“Di madeyeke Destûrê de çareseriya arîþeya Kerkûkê û wan navçeyan
heye, ku nakokî li ser in.Kerkûk ew meseleye ku çendîn berberî li Iraqê
çê kiriye.”
Sedam
1974'an de bi Kurdan re li hev hatiba þer çê nedibû
Salih got:”Eger Sedam Hisên di sala 1974-an de li ser çareseriya
pirsgirêka Kerkûkê li gel kurd li hev kiriba, ne þer li Kurdistanê rû
dida, ne rêketina Cezayîrê û ew pirsgirêk rû didan ku li piþtî wê hatin
û þerê Iraq-Îranê jî rû nedida.”
Salih di derbarê biryara hilbijartina civatên parêzgeha ya li
Parlamentoya Iraqê de weha got:“Ya ku di parlamentoyê de rû da biryarek
bû bi piraniyê ve ku di wê demê de amade bûn.Ew berovajiya Destûra Iraqê
bû, ku li ser bingeha lihevkirinê hatiye pêkanîn.”
Salih amaje bi wê yekê jî kir, ku Serkomarê Iraqê Celal Talebanî, Cîgirê
Serkomar Edil Ebdulmehdî li ser bingehên destûrî, li dijî wê biryarê
mafê xwe yên vetoyê bi kar anîne.
Salih got: “Serok Talebanî serkomarê Iraqê ye û erkeke destûrî li ser
milê wî ye.Bi hûrgileyî wan projeyasayên parlamentoyê yekalî dike û di
hilweþandina yasayan de mafeke destûrî yê wî jî heye.Her wî bi xwe tenê
jî wê biryarê hilneweþandiye.Belkû Edil Ebdulmehdî jî hevbiryarê vetoyê
bû.”
Meseleye
Kerkûkê meseleyeke hestiyar e
Berhem Ehmed Salih da zanîn, ku Kerkûk meseleyeke hestiyar e û got:”Bo
çareserkirina wê pirsgirêkê pêwîst e hevkar bin û lihevkirineke me
hebe.Lê bingeha wê divê destûrî be.”
Salih got:“Tu pirsgirêkek tune ye di beþdarîkirin an jî dabeþkirina
desthilatên bicihanîna di bajêr û parêzgehê de jî.Eger bingeha li ser sê
yekê li Kerkûkê bê bikaranîn, çima li Mûsil, Diyala û Bexdayê jî neyê
bikaranîn.Lê divê Kerkûk bi lihevkirî bê hikûmkirin.Çimkî kurd, ereb,
tirkmen û pêkhatên din tê de ne û divê rûniþtiyên resen Kerkûk xwe
biryar li ser çarenûsa bajarê xwe bidin.Mebesta min îdareya nav bajêr e
ku bo Herêma Kurdistanê be an her awayeke bin dixwazin.”
Meseleya Kerkûkê
di konaxa herî hessas de ye
Li parlamentoya Iraqê qanûna hilbijartinên encûmenên parêzgehan hefteya borî
hat pesendkirin. Di madeya 24’emîn a vê qanûnê de bi awayekî nedestûrî hat
biryardan ku Kerkûk di hilbijartinan de bibe 4 herêmên hilbijartinê û digel
ku li Kerkûkê kurd pir in jî kontenjanên pêkhatiyên Iraqê ji 32 ji bo
kurdan, ji sedî 32 ji bo ereban û ji sedî 32 jî ji bo tirkmenan hatiye
terxankirin.
Bi vî awayî tê xwestin ku ji sedî 68’ê îdareya siyasî ya Kerkûkê ne di destê
kurdan de be. Kurd razî ne ku dam û dezgeyên burokratîk li ser esasên ji
sedî 32’an bê parvekirin lê ew qebûl nakin ku îdareya siyasî bi vî rêbaza
neadil bê desteserkirin.
Meseleya Kerkûkê ji ber lawaziya rêveberiya Kuridstana azad û ji ber zextên
dewleta Tirk, îran û DYE çareser nebû. Gurtir bûna lîstik û planên qirêj ya
dewleta Tirk û yên din ne bêsedem û ji niþka ve ye. Dewleta Tirk û Tirkmenan
dixwazin rê li ber vê referrandûmê bigrin.Ji ber ku ev dizanin ku bi vê
referandûmê hemû derew û dêk û dolabên wan derkevin holê û Kerkûk wê bikeve
sînora Kurdistana azad.
Ji ber vê
yekê jî êrîþ ser Kurdan tê kirina Erebe jî li parlemena Iraqê biryarên di
dijî berjewendiya Kurdan digrin. Ger kurd hêza nîþan nedin wê êrîþên ser
Kurdan berdewam be û Kerkûk ji dest biçe û kurd destkeftiyên heyî jî winda
bikin.
(HAWAR KURDISTAN / Pukmedia,
ajansan)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve
           
RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|