|
Þaredara Bismilê;‘Dîroka xwe ne firoþin’
16 Tîrmeh, 2008 weþandin:14:23:23 (GDK)
AMED, bakûrê kurdistanê
-- Teþebûsa Jiyandina Heskîfê, bi armanca balê bikiþîne ser rewþa
Heskîfê ku wê bi Bendava Ilisuyê re di binê avê de bimîne, di çarçoveya
bernameyên bi slogana ‘Ji cihê wê raneke bigihîne pêþerojê’ li bajarên
herêmê tên lidarxistin de, li Navçeya Bismil a Amedê jî bernameyek pêk
anî.
Parlamentera DTP’ê ya Amedê Gultan Kiþanak, Serokê Rêxistina DTP’ê ya
Amdê Nejdet Atalay, rêveberên Rêxistina DTP’ê ya Navçeya Bismilê,
Þaredara Bismilê Þukran Aydin, endamên Nûnertiya Egîtîm Senê ya Navçeyê,
Berdevkê Teþebûsa Jiyandina Heskîfê ya Êlihê Parêzer Ferhat Bayindir jî
di nav de nêzî 20 hezar kes beþdarî bernameyê bûn.
Di bernameya ku sloganen
“Heskîf a me ye dê ya me bimîne”, “Destîn dirêjî heskîfê bibin bila
biþikên”, “Qatil Erdogan, xwezayê qetil neke” hatin avêtin de, Parêzer
Bayindir, bal kiþand ku tê xwestin Heskîf di binê avê de bimîne.
'Li dîroka xwe xwedî derkevin’
Bayindir, destnîþan kir ku wê li herêmê rêze çalakiyan li darbixin û da
zanîn herêma bi sedema pevçûnên ev 30 sal in tên jiyîn tê bêmirovkirin,
niha jî ji ber çêkirina bendavan bi hezaran mirov neçar dimînin koç
bikin. Bayindir, wiha dom kir: “Em dê li Mêrdîn, Þirnex û Sêrtê
çalakiyan pêk bînin. Li vê coxrafyayê ev 30 sal in rewþek bi pevçûn heye
û hîn jî pevçûn didomin. Armanca me Ew e ku em destûrê nedin Heskîf di
binê avê de bimîne.”
Þaredara Bismilê Þukran Aydin jî, gotina Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan
a “Em dê Heskîfê rakin cihekî din” bibîr xist û wiha got: “Zarok
baweriya xwe bi vê gotinê naynin. Birêz Erdogan tu mafê qetilkirina
çanda vî gelî ji ku derê dibînî? Daxwaza we ew e ku hûn pêþeroja gelê
kurd tune bikin.” Aydin, bang li gel kir ku mîrateya dîrokî û axa bi
bereket a herême bi 2-3 qruþan nefiroþin.
Parlamentera DTP’ê ya Amedê
Gultan Kiþanak jî, da zanîn tevgeler têkoþîna mirovahiyê din in
û anî ziman ku xwedîlêderketina Heskîfê xwedîlêderketina mirovahiyê ye.
Kiþanak, wiha got: “Em li mirovahiya ku rêya me rohnî dike xwedî
derdikevin. Ev bendav dibin sedema komkujiya xweza û çandê.“ Piþtî
axaftinan koma Þanoyê ya Arsen Poladof a di bin banê Navenda Çand û
Hunerê ya Bihar (BKSM) de xebatên xwe dimeþîne derket ser dikê.
Hunermend Havîn ku bi Koma Delîla re derket ser dikê, gel coþand. Herî
dawî jî hunermend Bulent Turan ji aliyê 20 hezar kesan ve bi çepik û
sloganan hate pêþwazîkirin. Þahiya ku bi starên Turan re wergeriya
mitîngê heta derengiya þevê dom kir.
(Dîha)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve
           
RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|
|