|
Eskerên har a dewleta Tirk dîsa gûndên Kurdan diþewîtînin
24
Tîrmeh, 2008 weþandin:23:43:23 (GDK)
AMED
, bakûrê Kurdistanê -- Artêþa Tirk di þerê qirêj de rêbazên
salên 1990’î bi kar tîne. Artêþa Tirk wekî salên 90’ê gundan diþewitîne.
Piþtî þewitandina daristanan Artþa Tirk niha jî gundan diþewîtine. Gundê
Hedîk a bi ser navçeya Licêya Amedê ji aliyê leþkeran ve hate
þewitandin.
Hate ragihandin ku leþkeran
ewil gundî gulebaran kirine û piþtre jî gund þewitandine.
Hate ragihandin ku gundê Hedîkê ku berê hatibû valakirin û ev çend salên
dawî de gundî carake din vegeriyabûn û baxçeyên xwe diçandin û sewalkarî
dikirin careke din ji aliyê leþkeran ve hate gulebarankirin. Li gorî
agahiyên ku hatine bidestxistin leþkeran çadirên ku gundî dimînin
þewitandine. Piþtî þematê gundiyan ji xizmên xwe yên li Licê alîkarî
xwestine. Lê leþkeran bi hinceta ku pevçûn heye nehiþtine kes bikeve
gund. Çûn û hatine gund qedexe kirin.
Parlementerê DTP’ê yê þirnexê Hasîp Kaplan xwest ku, karmendên
tenduristî yên kurdî dizanin, li herêmên kurd bên wezîfedar kirin.
Kaplan li Cizîrê çû serdana saziyan û dûre jî li Salona Konferansa
þaredariyê civîna bi gel re pêk anî.
Kaplan derbarê xebatên parlementerên DTP’ê de agahî dan û dûre jî
pirsgirêkên gel guhdarî kirin. Parlementerê DTP’yî Hasîp Kaplan dûre jî
çû serdana Odeya Tabîbên þirnexê û bal kiþand ser pirsgirêkên tenduristî
yên li herêmê. Kaplan got ku, ji bo kêmasiya doxtorên pispor li herêmê
gelek pirsgirêk rû didin û ji wezerareta tenduristiyê xwest ku hejmara
doxtorên pispor ên li herêmê zêde bike. Parlementerê DTP’ê Hasîp Kaplan
bi bîr xist ku li herêmê gelek welatiyên tirkî nizanin hene û ji ber vê
jî xwest ku, doxtor û karmendên tenduristî yên kurdî dizanin li herêmê
bên wezîfedar kirin.
Artêþa Tirk ji destpêka biharê û vir li Kurdistanê her diçe operasyonên
xwe berfirah dike. Di van operasyonan de lig elek deverên Kurdistanê
daristan hatin þewitandin. Þewatên daristanan bi raporên rêxistinên
sivîl û mafê mirovan ve jî bi belgeyen ji rayagiþtî re hatin
aþkerakirin. Lê li hemberî þewata daristanên Kurdistanê bêdengiya
rayedarên dewletê û saziyên hawirdorê yên Tirkiye û navnetewî didome.
(dîha)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve
           
RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|