|
Devrîm Çelenk di 30'emîn salvegera kuþtina wî de ser gora xwe hate bibîranîn
25
Tîrmeh, 2008 weþandin:06:45:12 (GDK)
Ji Serhad
B.RÊNAS
|

Wêne: HAWAR DENGÛBAS
|
AMED
, bakûrê Kurdistanê -- Devrîm Çelenk ku 24ê tebaxa 1978'an de
bi destê faþistan ve hatibû kuþtin ji aliyê malbat û dostên xwe ve ser
gora xwe hate bibîr anîn.
Di merasîma bibîranîna
salvegera di 30'emîn a kuþtina Devrîm Çelenk
de hin beþdarvanên bibîranînê
ser Devrîm Çelenk axaftinan kirin.
Di axafitnan de ser têkoþerî û
þoreþgerî û kesayetiya bilind a Devrîm Çelenk bal hate kiþandin.
Merasîm di goristana Yenîkoy a Amedê de hate pêk anîn.
Devrîm Çelenk kî ye?
Devrîm Çelenk di sala
1948'an di gûndê Xidiranê a navçeya Erxenî ya Amedê hatiyê dinê. Devrîm
Çelenk hê di destpêka ciwaniya xwe de di têkoþina þoreþgerî û çepgirî ku
wê demê de hereketa Kurdî jî di nav vê qadê de þîn dibû cîh digre.
Navê "Devrîm" ê ku dewleta
Tirk ve nedihat pejirandin yekem car bi têkoþîna hiqûqî vî navê ew li
xwe danî bû û bi avayekî resmî hatibû qebûl kirin.
Devrîm Çelenk li Stenbolê
fakulteya hiqûqê diqedîne û dibe parêzger. Ji xebatên wî yên þoreþgerî,
mirovperwerî û Kurdperwerî û dijî xwînxaran faþîstên Tirk eciz dibin.
Çeteyên Tirkperest Devrîm
Çelenk ê 24ê Tebaxa 1978'an de li qada Beyazit a Stenbolê bi erîþeke
çekdarî þehîd xistin.
Ji gundê Xidiranê ku ji destpêka salên 1970î gelek kes beþdarî têkoþina
rizgariya Kurdistanê dibin û þehîd dide bi xebera þehîd bûna Devrîm
çelenk ketiye þîneke mezin û gira hember gundê ku wek Kevirê Elacê tê
naskirin ji aliyê ciwanên wê demê ve bi tîpên mezin "Devrimler Olmez"
(Þoreþ Namirin) tê nivîsandin ku piþtre ev nivîs ji layê leþkerên Tirk
ve tê rakirin.
Navê Devrîm heta vê demê jî li
ber gûhên nifþên nû ya herêmê bûyê leheng û sembola têkoþînê.
(HAWAR KURDISTAN.com)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve
           
RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|