|
Li Nisêbînê meþa 'Zimanê me rûmeta me ye' hate lidarxistin
09 Îlon, 2008 weþandin:04:34:21 (GDK)
MÊRDÎN, bakûrê
Kurdistanê
-- Li Navçeya Nisêbîn a Merdînê di çarçoveya kampanyaya 'Em
perwerdehiya zimanê dayîkî dixwazin' de zarok bi malbatên xwe re bi
slogana 'Zimanê me rûmeta me ye' meþiyan.
Li Nisêbînê bi armanca piþtgiriya kampanyaya ji aliyê TZPKurdî ve bi
slogna 'Em perwerdehiya zimanê dayîkî dixwazin' hatiye destpêkirin,
zarok bi malbatên xwe re ji ber avahiya Rêxistina DTP'e ya Nisêbînê heta
Parka Bariþ meþiyan. Þaredarê Nisêbînê Dr. Mehmet Tanhan, Endamê PM'ya
DTP'ê Cemal Veske, Serokê Rêxistina DTP'ê ya Mêrdînê Haîlmî Oncu,
rêveberên Rêxistina DTP'ê ya Nisêbînê û nêzî sed zarokan beþdarî meþê
bûn. Di dema meþê de sloganên "Zimanê me çanda me ye", "Zimanê me rûmeta
me ye", " Bê ziman jîyan nabe", "Zarok pêþeroj in, pêþeroj bê ziman
nabe" hatin avêtin. Di navbera polîsên ku destûr nedan zarok pankartê
vekin û girseyê de nîqaþ derket. Di dema meþê de tedbîrên ewlekariyê
hatin girtin.
'Gelê Kurd xwediyê dîrokek kevnare, ziman û çandek dewlemend e'
Endama Cinanên Demokratîk û Welatparêz (YDG) Sultan Akyuz ku bi kurdî
daxuyanî da, diyar kir ku têkoþîna wan di çarçoveya ziman û nasnameyê de
ji bo azadiya civakê ye. Akyuz, derbirî ku bi vebûna dibistanan re dîsa
wekî her dem zimanê wan bi polîtîkayên tunekirinê re rû bi rû ye û wiha
dom kir: "Gelê Kurd ku bi hezaran salan li ser axa Mezopotamyayê dijî,
ji gelek þaristaniyan re malvanî kiriye. Her wiha gelê kurd xwedî
dîrokek kevnare , xwedî ziman û çandek dewlemend e."
'Kurdî zimanê 15-20 mîlyon kesên li Tirkiyeyê dijîn e'
Akyuz, di berdewama axaftina xwe de derbirî ku zimanê kurdî bi sedema
polîtîkayên înkar û tunekirinê nayê qebûlkirin û wiha pê de çû: "Kurdî
zimanê 15-20 mîlyon kesên li Tirkiyeyê dijîn e. Lê bi sedema polîtîkayên
asîmîlasyonê zimanê kurd zerarek mezin dîtiye. Li gel vê yekê gelê kurd
heta roja îro hewl daye zimanê xwe biparêze. Em perwerdehiya zimanê
dayîkî dixwazin. Em di nava pirtûkan de pirtûkên çîrokan ên bi kurdî
hatine nivîsîn jî dixwazin. Em dixwazin bi zimanê xwe hînî çand û dîroka
xwe bibin. Em dixwazin staranên kurdî bêjin. Di sedsala 21'emîn de
qedexekirina zimanekî sûcek li dijî miravahiyê ye. Lazim e dewlet
daxwazên gelê kurd ji netî neyê.".
(Dîha)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve
           
RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|
|