|
Li bakûrê Kurdistanê ji bo zimanê Kurdî pêngaveke mezin
04 Îlon, 2008 weþandin:03:34:23 (GDK)
AMED, bakûrê
Kurdistanê
-- Berdevkê Demê yê Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZP-Kurdî)
Qahir Bateyî, diyar kir ku di konferansa zimanê kurdî ya 2 roj dom kir
de ji bo astengî û asîmilekirina zimanê kurdî re bêjin êdî bes e, bang
li gelê kurd kirine da ku ji bo xwedî li zimanê xwe yê zikmakî derkevin.
Bateyî, rêzeçalakiyên xwe yên
der barê zimanê kurdî de ku wê li gelek bajêr û navçeyên herêmê pêk
werin, aþkera kir û got: "Wê mitînga mezin a yekem, li bajarê Êlihê di
bin navê daxwaza mafê perwerdehiya zimanê kurdî de bê lidarxistin."
'Em
perwerdehiya bi zimanê zikmakî dixwazin'
Platforma Demokrasiyê ya Êlihê ji bo mitînga 'Em perwerdehiya zimanê
zikmakî dixwazin' ku dê di 10'ê îlonê de li Êlihê bê lidarxistin, banga
tevlîbûnê kir.
Platforma Demokrasiyê ya Êlihê têkildarî mitînga "Em perwerdehiya bi
zimanê zikmakî dixwazin" ku dê di 10'ê îlonê de li Êlihê bê lidarxistin,
li Þaxa Genel-Îþê ya Êlihê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta "Em
perwerdehiya zimanê zikmakî dixwazin" hate daliqandin. Daxuyanî li ser
navê platformê ji aliyê Serokê Þaxa Egîtim-Senê yê Êlihê Selîm Aratemûr
ve bi kurdî hate xwendin. Artemur wiha got: ""Em ji asîmilasyon û
oto-asîmilasyona li ser kurdî, qedexeyên li ser kurdî, ji bênasnametiyê
re, bê rûmetiyê re dibêjin 'Na'. Em ji bo ku ev qedexe rabin, mafê
perwerdehiya bi zimanê zikmakî dixwazin." Artemur da zanîn ku ev 80 sal
in kurdî tê asîmîlekirin û got ku hêj zimanê kurdî qedexekirî ye û xwedî
mafê perwerdehiyê nîne. Artemûr wiha got: "Em bang li hemû gelê xwe
dikin ku bi kincên xwe yên netewî û bi rihê welatparêzîyê bên qada
mitîngê."
Ji bo mitîngê serlêdan hate kirin
Serokê Þaxa ÎHD'ê yê Êlihê Ferhat Bayindir di dema daxuyaniyê de
axaftinek kir û banga tevlîbûnê li gel kir. Piþtî daxuyaniyê, Komîteya
Amedekar a Mitîngê çû Midûriyeta Ewlehiya Êlihê û ji bo mitîngê
serlêdana destûrê kir. Mitîng dê di 10'ê îlonê saet di navbera 13.00 û
18.00'an de li ber Mala Gel a Musa Anter pêk bê.
Ji Edeneyê
piþtgiriya bo qampanyaya parastina zimanê kurdî
Biryarên Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZPKurdî) di 2'yemîn
konferansa xwe ya hefteyek berî niha pêk anî de girtin, piþtgiriyek
mezin dîtin. Hemwelatiyên kurd ên li Edeneyê dijîn, biryarên konferansê
bi erênî nirxandin û dan zanîn ku ew dê bi awayek çalak beþdarî xebatên
parastina kurdî bibin. Hemwelatiyan bang li hemû kesan kir ku kurdî di
hemû qadên jiyanê de bikar bînin û di malên xwe de perwerdehiya bi kurdî
bidin.
Li gel pêþvebirina polîtîkayên asîmîlasyon û tunekirinê yên li ser
kurdî, xebatên parastin û pêþvebirina kurdî jî her diçe gur dibin.
Biryarên Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZPKurdî) di 2'yemîn
konferansa xwe ya hefteyek berî niha pêk anî de girtine, ji gel piþtgirî
dîtin. TZPKurdî ku di konferansa xwe de biryara parastin û pêþvebirina
kurdî girt û ji bo vê yekê qampanya da destpêkirin, bang li gelê kurd
kir û bi awayek çalak beþdarî qampanyayê bibe. Banga TZPKurdî di nav gel
de deng veda. Hemwelatiyên kurd ên li Edeneyê dijîn û nûnerên saziyan
anîn ziman ku dê bi awayek çalak beþdarî qampanyayê bibin û êdî dê di
hemû qadên jiyanê de kurdî bikar bînin.
'Li malên xwe bi kurdî biaxivin'
Serokê Rêxistina DTP'ê ya Navçeya Seyhanê Mehmet Nardan: Em gerek
bizanibin ku ev þer û ev xebat ji bo zimanê kurdî ye. Ziman tunebe, gel
jî tuneye. Ji ber ku ziman zimanê dayikan e. Lazim e em ji îro pê ve her
dem bi kurdî biaxivin û tirkî qedexe bikin. Gerek em hertim li zimanê
xwe xwedî derkevin. Li Kurdîstana Baþûr niha tenê Soranî kirine zimanê
fermî. Ev tiþtekî çewt e. Ji ber ku zimanê me yê tevahî, kurdî ye. Em
têkoþîna ji bo zimanê kurdî bibe fermî didin. Bila her kes li mala xwe û
li derdora xwe xebatên perwerdehiya zimanê kurdî bikin.
(Dîha)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve
           
RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|