|
TEVKURD:Mafê Neteweya Kurd e jî ku dewleta xwe damezrîne
08 Îlon, 2008 weþandin:22:43:23 (GDK)
|

|
Tevgera Yekîtîya Neteweyî ya
Kurd-TEVKURDê piþtî xilasbûna Komcivîna xwe ya 3an, ji raya giþtî re
encamnameyek belav kir. Di encamnameyê de tê diyarkirin ku divê gelê
kurd jî li ser bingeha maf û azadîyê, wek hemû milletan bi serbestî
biryara pêþeroja xwe ya li ser axa xwe desthilatdarîyê bide.
Encamnameya Komcivîna 3an ya TEVKURDê weha ye;
“Tevgera Yekîtîya Neteweyî a Kurd (TEVKURD) di 06 Îlona 2008an de li
bajarê Amedê 3. Kongreya xwe pêk anî û bi Raya Giþtî re bîr û rayên xwe
yên ku li jêr hatine nivîsandin, parve dike.
Kongreya me ya 3. li ser xebat û çalakîyên Meclîsa Yekîtîyê û Komîteya
Rêvebir guftûgo kir. Guherandinên destûr û rêbazê jî têde, ji bo
kar-xebatên pêþerojê biryaran girt û endamên xwe yên Meclîsa Yekîtîyê
yên nû hilbijart.
Kongreya 3. ya Tevkurdê, di destpêka vê salê de dîyarkirina serxwebûna
Kosovayê û di van rojên dawî de jî biryarên Osetiya Baþûr û Abhazyayê
wek biryar û pêngavên girîng dinirxîne. Kongre di wê bawerîyê de ye ku,
biryarên wusa ji bo gelê Kurd jî girîng e, da ew jî li ser bingeha maf û
azadîyê, weka hemû milletan bi serbestî biryara pêþeroja xwe ya li ser
axa xwe desthilatdarîyê bide. Kongreya me sînorên cografîk yên ku ji
derveyî îradeya gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd hatine kiþandin,
sebebên bingehîn û sereke yên alozîyên herêmê dinirxîn e. Kongre ya me
li ser axa Kurdistan ykîitîya netewa Kurd mafekî xwezayî û tarîxî
dipejirî ne. Loma jî kongreya me careka din bîr û raya xwe destnîþan
dike ku; mafê Netewa Kurd e ku bi nifûsa xwe ya 40 milyonî bibe xwedîyê
welatê xwe û dewleta xwe damezrîne.
Kongreya 3. ya Tevkurdê dîyar dike ku, di pêvajoya têkoþîna rizgarîyê ya
ji bo azadîya gelê me de gellek pêngavên hevbeþ hatine avêtin û ewê
têbikoþe ku ev pêngavên hevbeþ bibine girseyî. Bi vê mebestê Tevkurd,
ewê her têbikoþe ku, hejmara hêzên neteweyî û demokratîk yên ku xwedîyê
bîr û rayên cuda ne, di vê yekîtîyê de firehtir be. Di vê çarçoveyê de
Tevkurd, bi endamên xwe yên dezgehî wek nimûne, bi Mesop, Dema Nû, Komal
û bi Çira re bawerîya xwe ya xurtkirina yekîtîya dezgehî didomîne.
Kongreya Tevkurdê, di xebatên xwe de ji xwe re bêîtaetkarîya sivîl û
meþrûîyetê, rêzlêgirtina mafê mirovan, demokratîyet û azadîparêzîyê
bingeh digre. Herweha têkoþîna aþtîyane û demokratîk dipejirîne.
Kongreya me ya 3. destnîþan dike ku; bingeha kêþe û krîzên li irkîyê, di
esasê xwe de berdewamkirina sîyaseta înkarê ya li ser Neteweya Kurd û
mafê Neteweya Kurd ku li ser axa xwe, xwe îdare bike û birêve bibe,
dibîne. Herweha eþkerebûna têkilîyên avahîya bi navê Ergenekonê û
dewletê jî, dîsa ji vê krîzê pêk hatîye.
Kongreya 3. ya Tevkurdê, xwedî li hemû deskeftîyên li Baþûrê Kurdistanê
derdikeve û piþtgirîya xwe dîyar dike. Herweha balê dikþîne ser ku, di
serî de Kerkûk û bi giþtî cografya Kurdistan ya dîrokî divê têkeve nav
sînorên Kurdistanê. Bi vê mebestê Tevkurd xwe weka hevkarê Parlamentoya
Federe ya Baþûrê Kurdistanê û Hukumeta Herêmê ya Kurdistanê dîyar dike.
Kongreya me ya 3. di pêkhatina Yekîtîya Neteweyî de ji dîtin û rayên
cuda re, ji hêzên neteweyî yên cuda re û ji hiqûqa wan re rêz digre. Li
ser bingeha vê rûmetdayinê, ji bo pêþeroja Neteweya Kurd û ji bo
birêxistinkirina wê, rûmeteke mezin dide sebir, xweþdîtin û toleransê.”
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve
           
RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|
|