|
'Sedam ji hikumeta niha ya Bexdayê zêdetir ji mafên Kurdan re razî bû bû'
09 Îlon, 2008 weþandin:0532:45 (GDK)
HEWLÊR, baþûrê
Kurdistanê
-- Serokê Kurdistanê derbarê helwesta hikumeta Bexdayê de
daxuyaniyên girîng da.
Barzanî, di hevdîtina xwe ya
bi serok û nunerên listeya Îtifaqê ya Yekîtiya Îslama Kurdistan de ku li
bajarê Selahadînê pêk hat de axifî û wiha got: Ger em li ser xeta þîn û
kesk razîbana wê Sadam bi kêfxweþî bi me re li hev bikira.’
Mesûd Barzanî têkildarî van
mijaran ev nerîn anîn ziman: ‘Li ser mijara Qanûna Hilbijartinên Herêmî
dîtinên rêveberiya herêma Kurdistanê gelekî zelal in.
Em îro jî ji hilbijartina
Kurkûkê re amade ye. Heke hilbijartinên herêmî werin paþvexistin an li
ser lihevhatinek pêk were, pewiste ev yek nebe alternatifek ji bo Xala
140’emîn. Em aligirî lihevkirinê ne, em dixwazin bi tirkman, keldanî û
asuriyan re di nava ahengê de bijîn.’ Barzanî herwiha da zanîn di rojên
dawî de hin derdor dixwazin li Xaneqînê jî pirsgirêkan derbixin û wiha
got: ‘Di muzakereyên di 1991’ê yên bi rejîma Baas re qet behsa Xaneqînê
nedihat kirin.
'Sedam
tenê Kerkûkê nedida Kurdan'
Barzanî peymanên ku bi dîktatorê berê yê Îraqê Saddam Huseyîn re kiribûn
jî bi bîr xist û wiha axifî: ‘Gelek sosrete ku di van rojan de behsa
xeta þîn û kesk tê kirin. Heke em bi van xetan razî bûna wê Sadam bi
kefxweþî bi me re li hev bikira. Di hevdîtinên me yê bi Saddam re, tenê
di mijara Kerkukê de pirsgirêk hebû. Girêdana bajarên Þengal û Xaneqîn a
bi Kurdistanê ve ji xwe hatibû qebûlkirin.”
Barzanî da zanîn ku þandina
leþkeran a Xaneqînê jî buyerek siyasî ye û pirsgirêkên esasî yê bi
Bexdayê re jî li ser vê majarê ye.
‘Para Kurdistanê ji sedî
17’an zidetir e’
Barzanî li hemberî daxwaza Serokomarê Îraqê Nurî El Malîkî ya weke;
“bila para herêma Kurdistan a Federal a ji butçeyê ji sedî 17’an kêmtir
be’’ jî nerazîbûn nîþan da û got: ‘Ev rêje ya ji sedî 17 peymanek siyasî
bû. Ev nayê wê wateyê ku em bi vê rêjeyê razîne. Em ji kesên ku bêjin
para we bila dakeve ji sedî 14’an re dikarin bêjin ku para me ji sedî 17
jî zêdetir e.”
Ereb
pêþketina Kurdan naxwazin veqetina ji Iraqê êdî guncawtir e
Ereb jî wek Tirkan dijbertiya Kurdan dikin. Erebên Iraqê jî ji rewþa
gelê Kurd nerazîne û pêþketina Kurdan naxwazin. Xalkê baþûrê Kurdistanê
li gor perçeyên din ya Kurdistanê kêmtir bi welatê dagirker re entegre
bûne heta hêç nebûne.
Iraq jî wek welatên din yên dagirkerên Kurdistan welatek sunî ye û di
nav Ereban de jî nakokîyên mezin û dîrokî hene.
Dixwazin pêþketina Kurdistan azad xera bikin.Ger li Iraqê rewþ ber bi
xirab bûnê biçe û hikumeta Bexdayê helwesta xwe ya dijminane ku ji dema
Sedam bêtir xirabe bidomîne û mafên Kurdan bi temamî neyên dayîn, mafê
Kurdan e jî bi avayekî xwezayî ji Iraqê bi temamî veqetin..
(HAWAR KURDISTAN /
ajansan)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve
           
RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|