|
Li Bingolê ser leşkerên Tirk êrîşeke mezin
03 Îlon, 2008 weşandin:04:23:12 (GDK)
AMED, bakûrê
Kurdistanê
-- Li Bîngolê Piştî ku 4 Leşker û 2 Şervanan di Êrîşekê de Jiyana
Xwe ji Dest Dan, Şervanan Carek Din Girt Ser Leşkeran. Îcar jî 2
Leşkerên din Hatin Kuştin.
Li Bîngolê, li navçeya Kêxî şervanan girtin ser qereqola Tekbaşlar. Li
gor agahiyan du tîm hatin kuştin.
Hate ragihandin ku di pevçûnê de şervanan ji du aliyan ve li leşkeran
xistin. Di encamê de 2 leşker birîndar bûn, lê di riya nexweşxaneyê de
mirin.
Pevçûna ku demeke kin domiya di tariya vê êvarê de qediya. Hate
ragihandin ku li herêmê operasyonê dest pê kir.
Li navçeya Kêxê ya Bîngolê îro bi êvarê re şervanên HPG'ê girtin ser
leşkerên tirk. Di encamê de 2 leşker hatibûn kuştin. Lê hate ragihandin
ku hejmara leşkerên hatine kuştin bûye 3. Her wisa 4 leşker bi giranî, 5
leşker jî bi sivikahî birîndar bûne.
Helîkoptêreke ku çûye leşkeran birîndar rake jî derb xwariye. Wek
tê zanîn di hefteyên dawî arteşa Tirk li bakûrê Kurdistanê ser hev
şikestinên mezin dixwe.
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve
           
RÛPELA BEŞÊ:
Hemû Naveroka Beşa Kurdistan

|