|
Fatureye þer cereke din ji xizanan hate birîn; Remezan bi belengazî û feqirî
hate pêþvazî kirin
01 Îlon, 2008 weþandin:05:34:24 (GDK)
EFatureye þer cereke din ji
xizanan hate birîn. Li Tirkiyeyê ji ber þer ji bo ku her tiþt pir buha
ye welatî bi zor zehmetiyan meha Remezanê pêþwazî dikin. Welatî tenê li
vîtrîna dinêrin
Israra Hikûmeta AKP’ê ya ji bo þerê li hemberî gelê kurd bondar li ser
sifreya xizanan dike û piraniya welatiyan bi zor û zehmetiyên aborî meha
Remezanê pêþwazî dikin. Fatoreya þer a ji bo xizanan sînorên tehamûlê
bezandine. Li bazarên metropolên Tirkiyeyê welatiyên ji guneha þer bêpar
dertê fatoreya þer dikêþin.
AKP ku îdia dike partiya misilmanan e, bi polîtîkayên aboriyê yên
dimeþîne, bû sedema tengbûna sifreyên rojiyê. Serokê Komeleya Mafên
Serfkaran (THD) Turhan Çakir, diyar kir ku hikûmetê gel þerpeze kiriye û
got ku mirov birçî dikevin meha rojiyê. Li gel ku ji meha rojiyê re
rojek ma, dikandar ji hindikbûna danûstandinê û welatî jî ji hêza ku
têra stendinê nake, gazinc dikin.
SÎNORA XIZANIYÊ
Li Tirkiyeyê, bi sedema polîtîkayên aborî yên ji aliyê AKP`ê ve tên
meþandin, welatiyên rewþa wan nebaþ e, di nava zehmetiyên mezin de
rojiyê pêþwazî dikin. Tengbûna sifreyên rojiyê bi zema ji aliyê AKP`ê ve
hatiye pêkanîn derdikeve holê. Li gorî lêkolînek ji aliyê Turk-Îþ`ê ve
hatiye pêkanîn, sînorê birçîbûnê ya malbatek ji 4 kesan pêk tê ya meha
tebaxê 730 YTL ye, sînorê xizaniyê 2 hezar û 377 YTL û malbatek ji 4
kesan pêk tê herî kêm divê di meha rojiyê de 700 YTL pere xerc bike. Li
gorî vê yekê kesekî mehê 457 YTL distîne, di meha rojiyê de nikare
debara xwe bike.
LI VÎTRÎNÊ DINÊRIN
Qelebalixa ku her sal berî meha rojiyê dihate jiyîn, îsal tuneye. Gelek
welatî ji ber hêza wan a stendinê tuneye, tenê li vîtrînê dinêhêrin.
Welatiyê bi navê Alî Kiliç, destnîþan kir ku digel hêza wî ya stendinê
heye, mirovên ji vê yekê bêpar hene û wiha got: "Bi salan e li Bazara
Sebze ya Ulus danûstandinê dikim. Îsal hêza gel a kirînê tuneye. Berê di
meha rojiyê de ev der tije mirov dibû, lê îsal tenê li buhayên tiþtan
dinhêrin." Welatiyê bi navê Mehmet Alî Kilinç ku bi salan e li Ulusê
dikandariyê dike jî, da zanîn ku li gel buhayên tiþtan kêm kirine, hêza
gel a stendinê tune û anî ziman ku zêde tiþt nafroþin. Dikandarê bi navê
Îsmaîl Akin jî, derbirî ku li digel kêmkirina buhayên tiþtan,
danûstandin tuneye û wiha pê de çû: "Dikandar gelek erzan difroþe, lê ji
bo kirînê hêza gel tuneye. Li gorî salên çûyî me buha ji sedî 30 kêm
kirin. Lê dîsa jî em kêm difroþin." Akin, anî ziman ku pereyê qezenc
dike têra wan nake û wiha dom kir: "Ez di kirê de me. Tenê rojê 30 YTL
qezenc dikim. Pereyê dikeve destê min, ancex têra kirê dike û her wiha
bê sîgorte dixebitim. Li welat her ku diçe xizanî zêde dibe. Welatî li
buhayên tiþtan dinhêrin û derbas dibin."
SIFREYA FITARÊ VALA MA
Serokê THD`ê Turhan Çakir jî, derbirî ku welatiyên bi sedema Hikûmeta
AKP`ê îsal zexîre, ceylan, gaza xwezayî û avê zem kiriye hêza wan a
stendinê nemaye, birçî dikevin meha rojiyê. Çakir, diyar kir ku zem ji
mehaneyên kedkaran zêdetir e û weha dirêjî da axaftina xwe: "Bi taybetî
dema mirov mehaneyên kesên bi heqdesta asgarî dixebitin li ber çav
digere, zema hatiye kirin ji zema mehaneyên kedkaran zêdetir e." Çakir,
balkiþand ser kêmbûna hêza stendinê û wiha got: "Karkerek teqawît an jî
karmendek, ji berê kêmtir birinc, nan û tiþtên din dikire. Jixwe ev
mirov di bin sînorê birçûbûnê de dijîn. Li gorî daxuyaniyên Turk- Îþ`ê
sînorê birçîbûnê 728 YTL ye. Dema mirov li kedkaran û kesên bi heqdesta
asgarî dixebitin dinhêre, di binê vî sînorî de mehane distînin. Kesên ku
bê kar in jî, birçî dimînin. Ev kes bi mirinê re rû bi rû dimînin."
Çakir, diyar kir ku dê mirov birçî bikevin meha rojiyê û wiha dom kir:
"AKP`ê gel xizan kir. Bila dev ji vê sextekarî û dirûtiyê berdin. Li vî
welatî li ser navê feydeya cemaweriyê û nêzîkatiya dewleta civakî tu
tiþt nemaye. Her wiha parastina feydeyên cemaweriyê û nêzîkatiya dewleta
civakî jî wekî sûc tê hesibandin." Çakir, bang li saziyên cemaweriyê û
Hikûmeta AKP`ê kir ku li hemberî mafên serfkaran rêz nîþan bidin û
pêdiviyên zagona hiqûqa civakî bicih bînin.
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve
           
RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|
|