|
N.Barzanî; Ger Bexda girêdayî destûrê nebe Kurd dikarin veqetin
01 Îlon, 2008 weþandin:05:34:24 (GDK)
|

|
Serokê hukûmeta herêma
kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dîdareka xwe de ya bi kanala Amerîkayî
VOA ya beþê Farsî re ragihand, ku bûyerên Dîyala ji xwe bêtir hatine
mezinkirin û ne pêdivê bû, ku supayê Iraqê di ewê demê de biçe ewan
deveran. Di bareya pirsa cudabûna ji Iraqê jî de Nêçîrvan Barzanî got:
heta ku hukûmeta Iraqê girêdayî destûrê be, em jî dê bixwazin ku bi
Iraqê re bin.. roleka me ya serekî di avakirina Iraqê de hebûye.. gelek
caran jî arêþe di navbera hukûmeta Iraqê û hulûmetên herêmî – û bi
taybetî herêma kurdistanê – de çê dibin û evaya tiþtekî suriþtî ye.
Serokê hukûmeta herêmê got: heta niha jî hîna pirsên navbera herdu
alîyan nehatine çareserkirin, bi tevî ku destûra me heye û çareserî ji
ewan pirsan re danîye.. belê xuyaye ku destûr ne bes e û divê demek din
hebe, da ku Iraqê ji nû ve ava bibe.
Nêçîrvan Barzanî got: arêþeyên me yên bi Iraqê re di çarçêweyê qanûnê de
ne.. em bawer dikin ku supayê Iraqê supayê hemû Iraqê ye û ne yê beþekî
tenê ye.. erkê evî supayî jî bergirîya di ber welat de ye û li beramber
hemû xeteran e.
Serokê hukûmeta herêmê got: bûyerên Dîyala ji xwe bêtir hatin mezinkirin
û devera Xaneqîn jî akincî ye û ewledarî lê heye.. pêþmerge di biwarê
paraztina evê deverê de gelekî serkevtî bûye.. em weha bawer dikin, ku
di evê demê de þandina supayê Iraqê ber bi ewan deveran ve ne pêdivê
bû.. heger li her deverekê em bizanin ku em bi tenê nikarin di rûyê
terorîstan de birawestin, em bi xwe dê daxwaza alîkarîyê ji hukûmeta
federal bikin.. belê anîna supa ber bi deverekê hêmin û aram ve, tenê ji
bo xerabkirina rewþê ye û ti sûda evê kirdarê ji bo ewledarîya evê
deverê nîne.. ji bilî evê çendê jî, divabû hukûmeta Iraqê di evê bareyê
de hevkarî bi hukûmeta herêma kurdistanê re bikiraya û bizanîbaya ka
þandina supayê Iraqê pêdivê ye yan ne pêdivê ye.
Di bareya cudabûna ji Iraqê jî de serokê hukûmeta herêmê got: em ne Ereb
in.. em Kurd in û em di evî welatî de dijîn, belê em neteweyek din in..
ji her neteweyekê jî re mafê çarenivîsê heye.. ziman, kultur û
taybetmendîyên me cuda ne.. belê bi tevî evê çendê jî, me weha
hilbijartiye ku em di çarçêweyê Iraqê de bin.. ti armanceka me ya
veþartî nîne û armanca me aþkira ye.. heta ku hukûmeta Iraqê jî girêdayî
destûrê be, em jî dê her bixwazin ku bi Iraqê re bin.
Di bareya pirsa hilbijartinên encûmenên parêzgehan û maddeya 140 de
Nêçîrvan Barzanî got: pirsa kerkûkê aloz e.. maddeya 140 jî maddeyeka
destûrî ye û kurd dixwazin ku bi cih bihê.. daxwazên me di çarçêweyê
destûra Iraqê de ne.. di bareya pirsa kerkûkê de hîna hinek alî li ser
hilwestê kurdan têgihijtin li nik wan çê nebûye.. gelek caran ji me re
hatiye gotin, ku armanca me petrol e û paþê jî cudabûna ji Iraqê ye.. ev
propagandayên han bi temamî ne rast in.. yekem, bawerîya me bi maddeya
140 heye ku dibêje petrol a hemû Iraqîyan e, duyem jî, me di bareya
dabeþkirina petrolê de – çi li Zaxo be, yan li Besra û Hewlêrê be –
rêkevtinek muhr kiriye û li angora wê rêkevtinê ji %17 jê ji herêma
kurdistanê re ye.. ji ber evê çendê ew propagandaya han ne rast e û bê
bingeh e.. belê em dibêjin ku heger dihê xweztin Iraqek akincî û aram
bihê damezrandin, divê pirsên hilawîstî bihên çareserkirin.. kerkûkê û
deverên dinên herêma kurdistanê, di çarçêweyê ewan pirsan de ne.
Nêçîrvan Barzanî got: gelek grûp hene pirsên evan deveran ji bo armancên
xwe yên siyasî bi kar dihînin.. belê bi rastî pirsa kerkûkê li nik me
pirsa xwedîtîyê ye û pirsa ewê sitem û zordarîyê ye, ewên ku ne tenê li
kurd hatine kirin, belê li Turkman û hemû pêkhatên dinên kerkûkê jî
hatine kirin.. ji ber evê çendê em carek din tekez dikin û em di ewê
bawerîyê jî de ne, ku heger dihê xweztin Iraqê aram, hêmin û akincî
hebe, divê hemû alî girêdayî destûrê bin..
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve
           
RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|
|