|
Ger madeyeke din bikeve þûna madeya 140-ê kurd jî dê bajêrê Kerkûkê bixin
ser îdareya Kurdistanê
03 Îlon, 2008 weþandin:05:34:24 (GDK)
|

|
Serokê Kurdistanê Mesûd
Barzanî di hevpeyvînekê de îro ji rojnameya erebî El-Þerq El-Ewsetê re
got heger hikûmeta Iraqê bixwaze madeyeka dî bêxe þûna madeya 140-ê
hingê kurd jî dê daxwaza meclisa wîlayeta Kerkûkê qebûl bikin û bajêrê
Kerkûkê bixin ser îdareya herêma Kurdistanê.
Mesûd Barzanî rexne li bûyera bajarê Xaneqînê jî girt û got divêt
wekheviyeka rast di warê erk û mafan de di nêvbera Baxdayê û Hewlêrê de
hebe.
Serokê Kurdistanê got tesîra Kurdistanê li ser hikûmeta Iraqê kêm e û
got: Reftarên hikûmeta Iraqê ne diyar in. Herçend em þirîkê hikûmeta
Iraqê bin jî ti rola me li Bexdayê nîne. Em di meseleya ewlekariyê,
aborî û eskerî de jî þirîk in. Rola hikûmeta herêmê li Baxdayê nîne û
gumana me li ser vê þirîkatiya hikûmetê heye. Gumana me li ser wî
bingehê hevpiþk yê ku Iraqa nû li ser hatiye damezrandin heye.
Di heqê pirsa vê dawiyê ya bajarê Xaneqînê de jî serokê Kurdistanê got:
Ya ku li bajarê Xaneqîn çêbû þaþîyeka mezin bû, hindik mabû ku þer di
nêvbera pêþmergeyî û ordiya Iraqê de derkeve.
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî behsa heqê miletê kurd li ser Iraqê kir
û got: Yên ku xwe ji me pirtir iraqî dibînin, em berî wan li Iraqê bûn û
em berî wan iraqî ne. Em li vî welatî bûn û ew xwe ji me iraqîtir
dibînin. Em careka dî qebûl nakin ku bibin hevwelatiyên dereceya didoyê.
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve
           
RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|