|
Bêtehemmuliya ereban heberî Kurd didome; Vê carê jî Samî Eskerî êrîþî Kurdan
kir
01 Îlon, 2008 weþandin:05:34:24 (GDK)
Endamê encûmena nûnerên Iraqê
Samî Eskerî yê ku ser bi lîsta Îtilafa Yekgirtîya Iraqî ve ye, weha da
zanîn ku pêþmerge li derveyî xêza kesk milîtan in û li dijî qanûnê jî
ne. Samî Eskerî weha jî got: ji mafê hêzên ewledarîya Iraqê ye, ku
destwerdanê di nav kar û barên Hewlêrê û Silêmanîyê jî de bikin.
Samî Eskerî weha jî da xuyakirin, ku serokê wezîrên Iraqê Nûrî Malikî
hoþdarî daye serkirdeyên kurdan, ku pêþmerge li derveyî xêza kesk
milîtan in û ji alîyê hêzên ewledarîya Iraqê ve wek grûpên li dijî
qanûnê dihên naskirin.
Samî Eskerî ji siteya radiyoya Sewa re got: Malikî gelek caran gotiye û
tekez jî kiriye, ku ji mafê hêzên ewledarîya Iraqê ye, ku ber bi her
cihekî Iraqa federal ve biçin.. êdî ew cihana li baþûrê Iraqê bin an li
nava herêma kurdistanê bin.
Samî Eskerî got: ev arêþeya niha ya ku di navbera hukûmeta Iraqê û
hukûmeta herêma kurdistanê de heye li ser pêþmerge ye.. hêzên pêþmerge
li derveyî herêma kurdistanê ne.. destûra Iraqê hebûna ewan hêzan li sê
parêzgehan Hewlêrê, Duhokê û Silêmanîyê destnîþan kiriye û heta berî 19,
03 / 2003 weha bûye.
Samî Eskerî qaþo hiþyari da serokatîya kurdan jî, ku ew deverên kurd û
neteweyên din tê de ne, ne beþekî herêma kurdistanê ne. Weha jî da
zanîn, ku evaya ramanek bi tirs e û dihêle Iraqê rastî sosretek mezin
bibe..
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve
           
RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|