|
Tirkên hov vê carê jî bo kuştina Kurdan nameyên bi jehr bikar tînin
03 Îlon, 2008 weşandin:05:34:24 (GDK)
AMED, bakûrê
Kurdistanê
-- Piştî ku 2 DTP'yiyên nameya ji DTP'a Gazîosmanpaşayê re hate
şandin vekirin û jehrî bûn, nameyek bi vî rengî ji DTP'a Bagcilarê re jî
hate şandin.
Li gorî agahiyan, name bi îmzeya ÎHD, bi rêya APS'ê, ji DTP'a Bagcilarê
re hate şandin.
Di nameyê de tiştek ku nayê
zanîn çi ye derket.
Hate ragihandin ku
nameya ji Sultanbeyliyê hatiye şandin, saet di 17.00'an de gihîştiye
DTP'a Bagcilarê. Hate hînbûn ku ji ber jehrîbûna 2 DTP'yiyên ku nameya
ji DTP'a Gazîosmanpaşayê re hate şandin, ev name nehatiye vekirin. Name,
ji bo lêkolînê teslîmî polîsan hate kirin.
Saet derdora 15.30'an de nameyek hatibû Rêxistina DTP'ê ya
Gazîosmanpaşayê. Di nameya ku ji Postexaneya Kuçukçekmeceyê bi APS
hatiye şandin de çêr û heqaretên li hemberî DTP'ê derketibûn. Rêveberên
DTP'ê Zekiye Işik û Ahmet Ece ku nameyê xwendibûn, piştî demeke kin
vereşiyabûn. Rêveberên DTP'yî, rakiribûn Navenda Civakiya Gazî. Hatibû
diyarkirin ku rewşa DTP'yiyan baş e.
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve
           
RÛPELA BEŞÊ:
Hemû Naveroka Beşa Kurdistan

|