|
Bi sedhezaran Kurd ji bo aþîtîyê herikîn qadan
02 Îlon, 2008 weþandin:00:43:12 (GDK)
AMED, bakûrê
Kurdistanê
-- Bi sedhezan aþtîxwaz bi þîara ‘ji bo pirsgirêka kurd
çakereseriyeke demokratîk’ li qadên mitîngan ên Amed, Edene û Stenbolê
li hev civiyan, qad bi rengê masûmiyetê xemilandin
Duh bi sedhezaran aþtîxwaz di bin sîwaneya Meclîsa Aþtiyê ya Tirkiyeyê
de li Amed, Edene û Stenbolê bi xemla rengê spî qadeketin qadan. Mitînên
bi þîara ji ‘Tirkiye ji bo Aþtiya xwe li hev tê, ji bo pirsgirêka kurd
çareseriyeke demokratîk’ pêk hatî di heman demê de bûne wargehên li hev
hatine hêzên demokrat û aþtîxwaz ên Tirikye û Kurdistanê.
Bi sedhezaran aþtîxwazên li qadên mitîngan li hev civiyan li hembêri
polîtîkayên hikûmeta AKP’ê yên konsepta înkar û îmhayê li ser gelê kurd
ferz dike þermezar kirin û ji bo çareseriyê riya diyalog û aþtiyê
qêriyan.
LI STENBOLÊ HEMÛ RENG
Mitînga Meclîsa Aþtiyê ya Tirkiyeyê bi sedema 1`ê Îlonê Roja Aþtiya
Cîhanê bi slogana "Tirkiye ji bo aþtiya xwe tê cem hev, ji bo pirsgirêka
kurd çareseriya demokratîk" pêk hat. Komên ji deverên cur bi cur ber bi
qada mitîngê ve meþiyan li Kadikoyê cûmbûþa rengan çêkir. Li qadê rengên
spî, kesk û sor û zer serdest in, kevokên aþtiyê hatin firandin.
Girseyên ber bi qadê ve meþiyan pankarta bi îmzeya Meclîsa Aþtiya
Tirkiyeyê ya bi nivîsa "Tirkiye ji bo aþtiya xwe li hev tê. Ji bo
pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk" hilgirt.
LI AMEDÊ XEMLA SPÎ
Yek ji mitîngên herî girseyî li Amedê pêk hat. Ligel beþdarên mitîngên
yên ji bajarên derdoran jî hatîn girseyeke qelebalix li qada Îstasyona
Amedê ciya û bi xemla rengê spî banga aþtiyê kir.
Ji bo mitîngê duh ji serê sibê
þûn de li Amedê þewq û rewneqe hêjayî dîtinê hebû.
Ligel Hevserokê DTP’ê Ahmet
Turk, parlamenterên DTP’î, Berdevkên Meclîsa Aþtiyê ya Tirkiyeyê,
Þaredarên DTP’î û nûnerên saziyên sivîl beþdarî di nav çil û bergên spî
de beþdarî mitîngê bûn.
ÇUKUROVA XEMILÎ
Duh aþtîxwazên li Edeneyê li hev civiyan kevokên ji bo aþtiyê firandin û
dirûþmên ji bo biratiya gelan berz kirin. Ji Mêrsîn, Dîlok, Mereþ, Hatay
û Osmaniyeyê girseyên mezin beþdarî mitînga Edeneyê bûn bangewaziya
çareseriyake demokratîk û aþtiyane ya ji bo pirsgirêka kurd kir.
Mitîngên bi mebesta 1’ê Îlonê Roja Aþtiyê ya Cîhanê bi pêþangiya Meclîsa
Aþtiyê ya Tirkiyeyê pêk hatîn ji ber ku 1’ê Îlonê di heman demê de bi
rast destpêka meha Remezanê jî hat mitîng di 31’ê tebaxê de hatin
lidarxistin.
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve
           
RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|