|
Ala Kurdistanê Tirkên þoven dîsa eciz kir û Tirk xwe xistin rewþeke pêkenînî
03 Îlon, 2008 weþandin:04:23:12 (GDK)
AMED, bakûrê
Kurdistanê
-- Gerînendetiya Sporê ya Urmiyeyê li rojên 24-29ê hema borî bi
beþdariya tîmên Îran, Tirkiye, Azerbeycan,Iraq û Nahçivanê turnûvayeke
futbolê ya navdewletî saz kir.
Dewleta Tirk bi tîma
Erzûrûmê,Îran bi tîma Urmiyeyê,Azerbaycan bi tîma Bakûyê, Iraq bi tîma
(Brûsk)Hewlêrê û Nahçivan jî bi tîma Nahçivanê beþdarî vê turnûvayê bûn.
Lê di turnûvayê de alaya
Kurdistanê bû sedeme nerihetiya tîma tirkan û yarîya Tirkiye û
Kurdistanê hate taloqkirin û di encamê de tîma Ûrmiye ya Azerbecana
Xerbî bû yekem, Kurdistan bû duyem û Tirkiye jî bû sêyem.
Li ser vê bûyer û turnûvayê, endamê þandeya Herêma Kurdistanê ya vê
turnûvayê Omer Xetab ji PUKmedia-yê got:”
“Di yarîyên roja yekê de bîryar bû Tîma Brûsk ya Hewlêrê wek nûnerê
Herêma Kurdistanê digel tîma Erzûrûmê ya Tirkiyeyê bilize lê ji ber ku
wiha li me kirin ku qedexe ye ku li ser sînga yarîzanên me alaya
Kurdistanê hebe û nabe tîma me bi alaya Kurdistanê bilîze.Lê me jî wek
þandeya Kurdistanê biryar da ger nahêlin alaya Kurdistanê li ser sînga
yarîzanên me be, nelîzin.
Û bi wî awayî yarîya me û
Tirkiyeyê hate taloqkirin. Paþe beþdarên vê turnûvayê bi beþdariya
nûnerê wezareta derve ya Îranê li hev civiyan û ji ber alaya Kurdistanê,
biryar hate dayînku di yariyên hemûn tîman de ala li ser sînga yarîzanan
de nebe. Lê me jî got wê demê divê tîma me wek tîma Herêma Kurdistanê bê
gazîkirin û vê pêþniyara me qebûl kirin.
Her weha li piþta yarîzanên me
de hatîbû nivîsandin”Tîpa Herêma Kurdistan Iraqê” û ew bi xwe jî
serfkeftineke zor zor mezin e ku tîmeke me di turnûvayeke navdewletî de
em bi navê Herêma Kurdistanê beþdar be. Di encama vê turnûvayê de
Azebeycana Xerbî bû yekem, em bûn duyem û Tirkiye jî bû sêyem.”
(pukmedia)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve
           
RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|