|
AMED,
bakûrê Kurdistanê
(HAWAR NET) --
Dosyeya HAWAR NETê a bi navê "Kurd nexşeriya xwe eşkere dikin" îro bi
nêrînên nivîskar Zinarê Xamo berdewam dike.
Zinarê Xamo ser girîngiya bi xwe rêvebirina kurdan baê dikşîne û dibêje; "Dewlet
bi xwe çi gavan davêje bira bavêje, ya girîng dibê hêzên kurd, ronakbîr û
nûmerên miletê kurd bi îdîea û argumenta dewletê netirsînin, xwedêgiravî ev
daxwaz îro ”ne realîst in” dev ji daxwaza serxwebûnê û herî kêm jî
federasyonê bernedin, doza miletê kurd li ciyê rehetiyê hewqasî danexin û
erzan nefroşin.
Nexşeriya
Zinarê Xamo wiha ye;
Gelo li
gorî we ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li bakûrê Kurdistanê di dema
nêzik û navîn de dewleta Tirk divê kîjan gavan bavêje?
Ji bo
çareseriya mesela kurd berî her tiştî dibê li Tirkiyê qanûna esasî(ana
yasayê)were guhertin û qanûneke nuh ku hebûna kurdan weke milet qebûl dike
were qebûlkirin.
Dibê di vê
qanûna esasî û qanûnên din da hebûna kurdan, navê Kurdistanê, ala kurdî,
perwerdeya bi kurdî, merşa kurdî yanî miletê tirk xwedî kîjan maf û heqî ye,
dibê miletê kurd jî bibe xwediyê wan mafan.
Mesela kurd
bi soz û ehdên devkî, bi hin gavên taktîkî, weke TRT6, di hin zanîngehan da
vekirina beşê zimanê kurdî, paşdedana navên gundan yên kurdî nayê
çareserkirin.
Heta ku
hemû mafên hatine dayin û yên ku ewê werin dayin nekevin binê garantiya
qanûnan, dibê kurd ji samîmiyeta dewletê bawer nekin û doza garantiyên
zagonî û qanûnî bikin.
Heger
dewlet bi rastî, bêyî hîle û xapandin dixwaze mesela kurd çareser bike, wê
demê mafê dide dibê bigre bin garantiya qanûnan.
Kî dikane
garantiya wê yekê bide ku dewlet van ”gavên demokratîk” û ”pakêta kurd”,
”hewildana mesela kurd” weke perçeyekî şerê çekdarî yê şikandin û têkbirina
tevgera kurd ya netewî nabîne û ji bo vê armancê van ”gavên” taktîkî navêje.
Ji ber ku
him serokwezîr û him jî serokerkan gelek caran gotine ”teror” tenê bi çekan
ji ortê ranabe, li gel çekan dibê aliyên meselê yên kulturî, aborî û zimnan
û nasnameyî jî were dîtin.
Esas bi
danîna navê kanala ”pirzimanî”(TRt6), ji dêlî kanala kurdî û beşê ”zimanên
zindî”, ji dêlî beşê zimanê kurdî, dewletê sinyala nesamîmiyetê û xapandinê
nîşan daye.
Dibê
siyasetmedarên kurd û kurdên ku di nava AKP-ê da ne û baweriya xwe bi
”pakêtên” AKP-ê tînin sebebê guherandina van hrdu navan ji dewletê bikin.
Dibe ku
dewlet weke taktîk van ”tawîzan” dide, ji bo ku kurdan bîne hember hev û
dûra jî piştî guherîna hukûmetê her tiştî dîsa bibe wezna berê.
Ji bo em
bawer bikin ku armanca dewletê ne ev e, dibê dewlet tiştê dide bigre bin
garantiya qanûnan.
Gelo ji bo bi dest xistina mafên xwe yên neteweyî û ji bo pêşerojeke bihêz
di dema nêzik û navîn de divê Kurd çi bikin?
Bersîva vê pirsa we, min di pirsa pêşî da daye, yanî tiştên ku dibê dewlet
bike, dibê kurd jî bixwazin û ji wan daxwazan bi qasî misqalekî jî
danekevin.
Ji bo ku kurd bikanibin bi
tirkan ra bijîn, dibê ew jî weke wan xwediyê eynî mafan bin û ev jî teqabulî
federasyonê dike.
Heta ku dewleta tirk mirinê
nebîne bi tayê razî nabe, loma jî dibê kurd ji nîşandana ”mirinê” danekevin.
Helbet ev nayê wê maneyê ku
dema dewlet hin gavên biçûk bavêje dibê em li dij derkevin û nexwazin.
Na, dewlet bi xwe çi gavan
davêje bira bavêje, ya girîng dibê hêzên kurd, ronakbîr û nûmerên miletê
kurd bi îdîea û argumenta dewletê netirsînin, xwedêgiravî ev daxwaz îro ”ne
realîst in” dev ji daxwaza serxwebûnê û herî kêm jî federasyonê bernedin,
doza miletê kurd li ciyê rehetiyê hewqasî danexin û erzan nefroşin.
Çimkî tirk hîn me weke
mixatab jî qebîl nakin, hîn bi me ra li ser amsê rûneniştine û dest bi
bazarê jî nekirine, loma jî tu sebeb tuneye ku em xwe bi xwe bibin bûk û
zava û dev ji daxwaza xwe ya dewletbûnê berdin..
Zinarê Xamo
kîye?
Zinarê Xamo
nivîskarêkî kurd e.
Zinarê Xamo ji
Wêranşara qeza Ruhayê ye. heta 30 saliya xwe li Wêranşarê jiya ye.
Di destpêka salên 70-î da di nava tevgera KÎP/DDKD-ê da dest bi siyasetê kir
û heta van salên dawiyê jî wiha ma. Niha bi tu rêxistinê ra naxebite. Ji
sala 1980-î virda ye li Swêd di li surgûnê de ye û heta niha jî nikanim
vegere welat. Zewicî ye, sê law(Azad, Serhat Arda, Rojen) û keçeke (Rûken)
wî heye. Heta niha du kitêbên Xamo (Hindik-Rindik û Antolojiya çîrokên
zarokan)derketine.
Bêyî van herdu
berheman, ji swêdî jî romanek(Bide dû dilê xwe ya Susanna
Tamaro)wergerandiye kurdî.
Ji sala 1980-î û
virdaye di gelek rojname, kovar û malperên kurdî da dinivîsîne û di hinekan
da jî(Armanc, Berbang, Hêvî, Hêlîn, Netkurd) endametiya redaksiyonê û
redaktorî kiriye.
Ji sala 2007-an û
virda blogeke Zinarê Xamo (bi navê Hindik-Rindik) heye, ez her roj
meqalyekê, tiştekî têda dinivîsîne. (HAWAR
NET.com)
© HAWAR NET 2009
Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de
bi dest nîşana
(HAWAR NET.com)
hatiye dayin aîdî HAWAR
NET.com encax bi çavkanî û url nîşan danê dikare bê bikaranîn.
Nêrînên
we yên derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de -
Şîrove bike
|