|
|
piştgirî

girêdan
|
Îran
dibêje werin min lêxin
08 Sibat (Reşemî),
2009 Weşandin:1011 (GDK),
hawarnet.com


TEHRAN
(HAWAR NET) -- Serokomarê Îranê Mehmûd Ehmedînejad ferman da Serokê
Enerjiya Atomê ya Îranê Elî Ekber Salehî da ku uranyumê ji sedî 20 dewlemend
bikin...
Ehmedînejad li
ser mijarê daxuyanî da televîzyona dewletê ya Îranê. Di daxuyaniyê de diyar
kir ku ji bo dewlemendkirina uranyumê dê 2-3 meh qewl bidin hêzên super yên
navneteweyî. Heke di vê deme de peymana uranyumê wekî ku wan xwestiye qebûl
nekin dê Îran jî uranyuma xwe bi giştî dewlemend bike.
Ehmedînejad di pêşandana teknolojiya lazerê aşkera kir ku ew dê dest bi
dewlemendkirina uranyumê bikin. Li heman derê bi ser Elî Ekber Salehî re
zivirî û ji wî xwest ku bi Santrîfujên Îranê dest bi hilberîna
dewlemendkirina uranyumê ya ji sedî 20 bikin.
Beriya 4 rojan jî Wezîrê Karên Derve yê Îranê Manuşehr Muttakî diyar kiribû
ku ew deriyê xwe ji bo erêkirina peymaneke li ser uranyumê ya bi hêzên
navneteweyî re nagirin. Heke peymaneke wisa bê qebûlkirin dê Îran uranyuma
xwe ya ku ji sedî 20 dewlemend kiriye bişîne welatekî derve da ku li wê hê
zêdetir bê dewlemendkirin.
Ehmedînejad di dema ku di navbera Îran û welatên navneteweyî de alozî
derketibû asteke jor daxuyanî da.
Welatên Rojava
îdia dikin ku Îran bi rêbazeke nepenî hewl dide ku çeka nukleerî ya atomê
çêke. Îran jî van îdiayan red dike û destnîşan dike ku armanca projeya Îranê
ya nukleerê ji bo hilberîna enerjiya sivîl e.
( servîsa
nûçeyên cîhanê)
©
HAWAR NT 2010
Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de
bi dest nîşana
(HAWAR NET.com)
hatiye dayin aîdî
HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn
© HAWAR NET
2010
Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de
bi dest nîşana
(HAWAR NET.com)
hatiye dayin aîdî
HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn.
|
|
girêdanên
sponsor
|
newspaperturkiyelebçe, amed, paytext, diyarbekîr, halabja, şano, diyarbakir,
welat, azadiya welat
|

Nûçeyên din ji beşa
Cîhan

|