|
Li bajarê Kerkûkê a Kurdistana azad de,
semînerek bi mijara "Çand û Huner"
20
Tîrmeh, 2008 weþandin:03:45:32 (GDK)
KERKÛK,
baþûrê Kurdistanê --
Di semînera ku ji bo danasîna
çand û rewþenbîriyê pêk hat de, hate destnîþankirin ku çand ji bo gelan
girîng e û divê ciwan xwedî li çanda xwe derkevin.
Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, li avahiya xwe ya ku li bajarê Kerkûka
Herêma Federal a Kurdistanê ye, semînerek bi mijara "Çand û Huner" li dar
xist. Semînera der barê danasîna çand û rewþenbîriyê de, ji aliye hunermendê
Komeleya Dîcleyê ya Çand û Rewþenbiriyê Delîl Mîrsaz ve hate dayîn. Di
destpêka semînerê de rêzgirtin pêk hat.
Piþtre, Hunermend Delîl Mîrsaz li ser wateya çandê axivî. Mîrsaz, wiha got:
"Her çiqas çand ji bo gelan girîng be jî, rewþebîri jî xwedî girîngiyekê ye.
Bêguman huner jî beþek ji rewþenbiriyê ye. Rewþenbîrî bi xwe wekî hevok,
gotineke bi kurdî ye. Dîsa çand di gelek neteweyan de her çendê bi navê cuda
tê binavkirin jî, di wateya xwe ya bingehîn de heman wateyê dide hemû
gelan."
Banga xwedîderketina li çanda kurdî
Mîrsaz destnîþan kir ku çand ji bo gelan xwedî wateya dîrokî ye. Mîrsaz got
ku her mirov, her milet, bi çanda xwe dîroka xwe dinivîse. Mîrsaz wiha dom
kir: "Pêwîst e ciwanên me yên nû, xwedî li çanda xwe derkevin. Bi taybetî jî
ciwanên ku nû dest bi hunerê dikin. Ev yek girîng e." (diha)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve
           

RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Çand û Huner

|
|